′Êrişên li ser baregehên DYA′yê zext in, wê pevçûnên vekirî tune bin′
Lêkolîner Hanî Silêman destnîşan kir ku êrişên hêzên alîgirên Îranê yên li ser baregehên DYA′yê hewldanek da ku zextê li hêzên DYA′yê bike ku bazarekê pê re pêk bîne.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) roja şemiyê da zanîn ku ji navîna meha borî ve 61 êriş (29 li Iraqê û 32 li Sûriye) li dijî baregehên wê hatine kirin.
Li ser mijarê lêkolînerê rewşa Îranê yê ji Misirê Hanî Silêman anî ziman ku armancên rasteqîn ên êrişên hin milîsên ser bi Îranê ve yên li dijî baregehên leşkerî yên DYA′yê ew in ku rûyê xwe spî bike, gefan li berjewendiyên DYA′yê bixwin, her wih da ku tiştekî bike ku rewşeke berxwedan û piştevaniya bi Xezayê re biafirîne û nîşan bide ku Îran piştevaniyê dide Xeza û pirsgirêka Filistînê.
Silêman wiha domand: "Axaftina sekreterê giştî yê Hîzbullah a Lubnanê Hesen Nesrellah, tunebûna niyeta vekirina eniyên nû li aliyê Lubnanê, her wiha daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan ku têkiliya Îranê bi bûyerên 7'ê Cotmehê re tune ye û hin daxuyaniyên durû tenê siloganên vala ne û tu heta bandor li ser erdê nekirine."
Silêman destnîşan kir ku hedefgirtina baregehan wek ên ku Eyn El Esed, Herîr û Tenif bi armanca xuyakirina rewşê wek pevçûna di navbera Amerîka û Îranê de û hedefgirtina berjewendiyên Amerîkayê ye.
Li gorî Silêman, Îran hewl dide bi rêya êrişên milîs û hêzên xwe, xwe qenc nîşan bide ku ew li hember Amerîkayê rabûye, lê belê wê tu eniyên tam venekirine, nexasim ku Amerîka berî demekê nêzî 6 mîlyar dolar di peymaneke bi Îranê re xerc kir û Meclisa Elwehiyê jî hin qedexeyên li ser çekên Îranê rakirin.
Hanî Silêman destnîşan kir ku Îran hewl dide di vê demê de destkeftiyan bi dest bixe û ji bo wê hewl dide rewşa siyasî bi kar bîne û dozên cuda derxe holê ku zextê li Washingtonê bike û di encamê de doza çekên atomî û destkeftiyan ji Amerîkayê bi dest bixe.
Der barê gengaziya pêşketina vê pevçûnê de lêkolîner Hanî Silêman got: "Îran dê bi awayekî berfireh şerê Amerîkayê neke nexasim piştî tevgera balafirhilgirên Amerîka û hişyariyên rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden. Îran hewl dide di çargoşeya ewle de tevbigere û di vê demê de gavên herî biçûk biavêje."
(mh)
ANHA