‘Êrişên dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞ`ê û dagirkirina xaka Rojava ne'
Melek El Hisen diyar kir ku armanca dewleta Tirk xwe ji van êrişan têkbirina projeyên Rêveberiya Xweser e û dagikririna xaka Rojava ye. Daxwazê wan di Heremê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de Terora DAIŞ`ê ji nû ve zindî bike.
Ji 23’yê Cotmehê ve dagirkeriya dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine. Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de, 17 kes şehîd û 65 kes birîndar bûn.
Têkildarî êrişan hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên ji ANHA`yê re axivî.
Melek El Hisên diyar kir ku ji 23`yê mehê ve dewleta Tirk a dagirker êriş dike û binesaziya herêmê dike hedef.
Melek wiha axivî: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e, ewlehiya li herêmê ye û dagirkirina xaka Rojava ye."
Melekê diyar kir ku kantona Efrîn û Şehbayê di dorpêçeke giran de ye û dewleta Tirk jî êrişî malên sivîlan dike. Melekê axaftina xwe wiha domand: "Rêxistinên heyî, Rûs û hemû rexistinên naveneteweyî di bêdengiya xwe de dimînin. Sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dive hesab jê bê xwestin. Eger pêşî li van êrişan neyê girtin, metirsiya zîndinkirina DAIŞ`ê heye.”
Melek El Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê li hemberî dagirkeriyê berxwedana xwe xurttir bikin da ku em bikarin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin."
ANHA