‘Çareseriya siyasî bi diyaloga bi Rêber Abdullah Ocalan re pêkan e’

Siyasetmedar Îbrahîm El Selac destnîşan kir ku hevdîtina malbatê ya Rêber Abdullah Ocalan re di encama têkoşîna gel de pêk hat û bang li civata navneteweyî kir ku zextê li dewletên komploger bikin da ku azadiya Rêber Ocalan a fîzîkî pêk bînin û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bikin.

‘Çareseriya siyasî bi diyaloga bi Rêber Abdullah Ocalan re pêkan e’
5 mijdar 2024   03:10
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Siyasetmedar û nûnerê Partiya Nûjenî û Demokrasiyê ya Sûriyeyê yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm El Selac têkildarî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û peyama wî, ji ajansa me re axivî û got: “Berî her tiştî em ji gelên azad re pîroz dikin ku der barê tenduristî û ewlekariya Rêber Abdullah Ocalan de dilê wan rehet bû, piştî xwepêşandanên bi salan û çalakiyên gel ên daxwaza azadiya Rêbertî dikir".

Îbrahîm El Selac diyar kir ku di sedsala 21'an de girtina bîrmend, ramyar û kesayeteke mîna Rêber Abdullah Ocalan şermezarî ye ji bo welatên ku doza demokrasî û azadiyê dikin. Ji ber ku mifteyên çareserkirina gelek pirsgirêkên herêmê di destê wî de ne û got: “Ew baştirîn kes e ku dikare diyalogê bike, ji ber ku ew xwediyê ramaneke aştiyane ye.”

Têkildarî hevdîtina bi Rêber Abdullah Oacalan re El Selac got: “Ev hevdîtin piştî têkoşîneke gel a alîgirên îdeolojiya Rêbertî li hemû cîhanê, pêk hat, lê têrê nake, ji ber ku gelên herêmê bi hesreta azadiya wî ya fizîkî ne û dizanin ku azadiya gelên herêmê yên ku hîna jî êş û azara şeran dikişînin bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye”.

El Selac destnîşan kir ku çalakiyên gel ji bo bidawîkirina binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê dê bidomin û got: “Em dibînin ku tevahiya Rojhilata Navîn di rewşeke şer de dijî û ev qonaxeke xeternak e, divê em berê xwe bidin aştiyê.”

Nûnerê Partiya Nûjenî û Demokrasiyê Îbrahîm El Selac bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û welatên Ewropayê kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk yên rojane yên li dijî gelên herêmê bînin, herêmê ber bi çareseriyeke siyasî ve bibin û bi Rêber Abdullah Ocalan re diyalogê bikin.

(k)

ANHA