‘Em ê bi hêza vîn û berxwedanê xebatên xwe dewam bikin’

Cîgirê hevserokên Meclisa Bajarê Girê Spî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker nahêlin cotkar xebatên xwe yên çandiniyê bikin û ziyan gihandine navendên xizmetguzariyê yên li bajar û gundewarên wê û got ew bi hêza vîn û berxwedanê xebatên xwe dewam dikin.

‘Em ê bi hêza vîn û berxwedanê xebatên xwe dewam bikin’
5 mijdar 2024   04:10
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Cotmeha 2024’an de êrişên berfireh li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan dest pê kirin û di encamê de, zarok jî di nav de, 17 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha li gorî daxuyaniyên Rêveberiya Xweser 30 navendên stratejîk û yên binesaziyê jî wêran bûn.

Cîgirê hevserokên Meclisa Bajarê Girê Spî Hezaa Mihemed der barê mijarê got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me ne nû ne, ji dema dagirkirina bajarê Girê Spî di dawiya sala 2019’an de, bi zanebûn gundên herêmê dike armanc da ku aramiya sivîlan têk bibe û wan tûşî koçberiyê bike.

Mihemed êriş şermezar kirin û diyar kir ku gundewarên bajarê Girê Spî yên rojhilat û rojava hatin bombebarankirin û di encamê de xetên elektrîkê hilweşiyan û bi dehan gund bê elektrîk man. Her wiha kargeha çîmentoyê ya Lavarge ya li herêmê bombebaran kirin.

Êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema xebatên çandiniyê de hatin kirin. Vê yekê bandor li xebatên çinînê kir û êş û azarên cotyaran zêde kir.

Mihemed her wiha got: “Armanca dagirkeriya Tirk ji van êrişan bi taybet di vê demê de, koçberkirina gelê herêmê û hedefgirtina cotkarên ku xwe amade dikin çandiniyên zivistanê biçînin, da ku rasterast bandorê li jiyana rojane ya welatiyan bike.

Hezaa Mihemed destnîşan kir ku komîteyên xizmetguzariyê yên Meclîsa bajarê Girê Spî tevî pirsgirêkên ji ber bombebarana dewleta Tirk derketine jî, xebatên xwe yên ji bo pêşkêşkirina xizmetên bingehîn ji welatiyan re didomînin.

Mihemed xwest binesaziya ku di encama van êrişan de wêran bûye, bê sererastkirin û got ew bi hêza vîn û berxwedanê xebatên xwe dewam dikin.

(k)

ANHA