Êrişên çeteyan li Dêrazorê zêde bûne

Çeteyên DAIŞ`ê rêya Dêrazor-Reqayê ya stratejîk kontrol kir û êrişî 2 gundên li rojavayê Dêrazorê kir ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ne.

Êrişên çeteyan li Dêrazorê zêde bûne
6 nîsan, 2024   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên di navbera Reqa û Dêrazorê de kir, bendên xwe li ser rêya Dêrazor-Reqa ya stratejîk bi cih kirin û êrişî 2 gundên navçeya Tebnî ya rojavayê Dêrazorê kir.

SOHR`ê da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê li dora gundê Qesabî û Biweyda bi cih bûn û heta niha çarenûsa leşkerên hikumeta Şamê yên li bendên navborî nayê zanîn.

SOHR`ê aşkera kir ku hêzên hikumeta Şamê ji Dêrazorê gelek hêz sewqî herêmê kirin, ji bo ku rê ji nû ve kontrol bike.

Gundên ku êriş lê hatiye kirin, 8 kîlometre ji bajarokê Madan Etîq ê Reqayê dûr in.

(şx)