Îranê bi moşeken balistî êrişî Îsraîlê kir

Îranê vê êvarê bi moşekan balistî êrişî Îsraîlê kir. Ew bersivdana leşkerî ya yekemîn a Îranê li dijî êrişên Îsraîlê yên li dijî Hizbullaha Lubnanê ye.

Îranê bi moşeken balistî êrişî Îsraîlê kir
1 cotmeh, 2024   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de got ev êriş bersivdana kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye û sekreterê giştî yê Hizbullah Hesen Nesrullah û cîgirê fermandarê Pasdarên Îranê ye.

Kanala 12ʹan a Îsraîlê jî diyar kir ku Îranê bi zêdetirî 400 moşekên balistî Îsraîlê hedef girt.

Rojnameya Yedioth Ahronoth jî aşkera kir ku zêdetirî 100 moşekan li Îsraîlê ketin. Lê li gorî hin aliyên din jî heta bi 200 moşek li Îsraîlê ketine.

Li gelek herêmên cuda yên Îsraîlê dengê sîrenan hat. Her wiha artêşa Îsraîlê jî bang li şêniyan kir ku di veşartgeh û cihên ewle de bimînin.

Girêdayî heman mijarê artêşa Îsraîlê ragihand ku tu birîndarî nehatin tomarkirin. Di heman demê de Îranê da zanîn ji sedî 80 moşekan li armancên xwe ketin.

Her wiha artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên Amerîkayê jî di bersivdana moşekên Îranê de beşdar bûn. Koşa Spî diyar kir ku Biden ferman daye artêşê ku di bersivdana moşekan de alîkariya Îsraîlê bikin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrişa Îranê saet di 8:30ʹan êvarê de piştî nîvsaetê ji destpêka êrişê bi dawî bû. Artêşê bang li şêniyan kir ku ji cihên xwe derkevin.

Di êrişê de asîmanê Herêma Başûrê Kurdistanê, Iraq, Urdin û Îsraîlê hatin girtin û piştî êriş bi dawî bû hat vekirin.

Desteya Radyoya Îsraîlê piştî bidawîbûna êrişê diyar kir ku dê bersivdana Îsraîlê li dijî Îranê vê carê cuda be.

(fr)