Erebistana Siûdî lihevkirina QSDˊê û Şamê pêşwazî kir

Erebistana Siûdî lihevkirina agirbestê ya di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de pêşwazî kir û hêvî kir ku ew ji bo pêşxistina aramiyê û yekitiya wele alîkar be.

Erebistana Siûdî lihevkirina QSDˊê û Şamê pêşwazî kir
30 ÇILE, 2026   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Siûdiyê lihevkirina agirbestê ya di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de li gorî peymaneke berfireh a entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di çarçoveya saziyên dewleta Sûriyeyê de pêşwazî kir.

Wezaretê da zanîn ku Siûdiyê hêvî dike ku ev peyama berfireh piştevaniyê bide rêveçûna Sûriyeyê ya ber bi aştî, ewlehî û aramiyê ve ya li gorî hêviyên elê Sûriyeyê û yekitiya wê ya neteweyî.

Wezaretê destnîşan kir ku "Em tevgerîna hikumeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk a li gorî hewldanên Siûdiyê û hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo tesbîtkirina agirbestê û gihîştina vê lihevkirinê silav dikin."

(fr)