Ereb û Kurdên li Hesekê li hember fitneyê banga yekîtiyê kirin

Ereb û Kurdên li bajarê Hesekê bal kişandin li ser kûrahiya têkiliya di navbera her du gelan de û bang li hemû şêniyan kirin ku li hember hewldanên fitneyê û sorkirina mezhebî bi hev re têbikoşin.

Ereb û Kurdên li Hesekê li hember fitneyê banga yekîtiyê kirin
9 tebax, 2025   02:35
HESEKE
DIYAR EHMED

Li ser medyaya dîjîtal hewldanên çêkirina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê, bi taybet di navbera Kurd û Ereban de zêde dibin. Li hember van hewldanan pêkahteiyên herêmê bal kişandin ser têkiliyên biratî yên di navbera wan de.

Şêniyên bajarê Hesekê li kantona Cizîrê yên Ereb û Kurd nêrînên xwe di vê der barê de anîn ziman.

ÇÊKIRINA FITNEYÊ NE KARÊ CIVAKA EREB E

Daham Seyid Elî, ji pêkhateya Ereb e, li ser têkiliyên Ereb û Kurdan got, "Têkiliya di navbera Kurd û Ereban de têkiliyeke dîrokî ye. Ew ji demên kevnar ve bira ne, û ew li gund û bajaran bi hev re dijîn. "

Seyid Elî destnîşan kir ku di salên berê yên krîza Sûriyeyê de, kesayetên girêdayî rejîma berê bi berdewamî hewl dan ku di navbera Ereb û Kurdan de nakokiyan gur bikin "Niha jî kesên ku xwe wek şêxên eşîrên Ereb nîşan didin hewl didin ku di navbera gelên herêmê de nakokiyan derxin. "

Seyid Elî da zanîn kir ku ev hewldanên çêkirina nakokiyan dê bandorê li civaka Erebî ya resen neke û dê nikaribe wê bikişîne nav nakokiyan.  Seyid Elî wiha dewam kir "Ew kesên ku xwe wek şêxên eşîran nîşan didin û bi rêya medyaya civakî nakokiyan belav dikin, di nav eşîran de ji civakê dûrxitî ne û di nav me de cihê wan tune. "

Seyid Elî bang li şêniyên herêmê, bi taybetî ciwanan kir ku nekevin nav gotara mezhebî û ji her kesê ku dixwaze tevna civakî ya hevgirtî hilweşîne dûr bikevin.

XWÎNA KURD Û EREBAN JI BO PARASTINA HERÊMÊ TEVLIHEV BÛYE

Manal Ehmê, ji pêkateya Kurd  got: "Gotara nefretê li ser medyaya civakî pir belav bûye, û kesên qels ji wan bandor dibin. Lêbelê, bi saya hevgirtina pêkhateyan, em ê bikaribin bi vê gotara nefretê bisekinin. "

Manal bang li gelên herêmê kir ku hişyar bin û da zanîn ku têkiliyên di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji berê de kûr û xurt in.

Elî El Silêman, ji pêkhateya Ereb jî got: "Têkiliyek xurt di navbera Ereb û Kurdan de heye. Aramiya herêmê nîşana vê têkliyê ye. Fitne li seranserê Sûriyeyê belav bû, lê nikarî hevgirtina civaka me têk bibe. "

El Silêman diyar kir ku divê ezmûna hevgirtina di navbera civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke nimûne were şopandin, û bang li ciwanan kir ku nekevin nav gotara nefretê ên ku dixwazin ewlehî û aramiyê têk bibin.

GELÊN KU BI BIRATIYEK DÎROKÎ VE GIRÊDAYÎ NAKEVIN BIN BANDORA FITNEYÊ

Mihemed Selman, ji pêkhateya Kurd der barê mijarê got, "Tiştê ku pêkhateyên herêmê digihîne hev biratî û hevkarî ye. Ev têkilî bi sedan salan dewam kiriye û bi ezmûna Projeya Neteweya Demokratîk xurtir bûye."

Selman wiha dewam kir "Piştî bûyerên li Siwêdayê, hewldanên fitneyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, dixwazin civakê tevlihev bikin, lêbelê, em tekez dikin ku ev hewldanên têkbirina aramiya herêmê dê bi ser nekevin, bi saya hevgirtina di navbera şênî û pêkhateyên herêmê de. "

(k)

ANHA