Jinên ji Dêrikê daxwaza dîtina Rêber Abdullah Ocalan kir

Jinên ji bajarê Dêrikê diyar kir ku ew dixwazin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin û got felsefeya wî jêdera zanîn û azadiya jinan e.

Jinên ji Dêrikê daxwaza dîtina Rêber Abdullah Ocalan kir
9 tebax, 2025   03:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Jinên ji bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê daxwaz kir ku hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin.

Girêdayî mijarê Xedîce Îbo got: “Rêber Abdullah Ocalan li pêş jinan deriyê zanîn û zanistê vekiriye. Daxwaza me ya hevdîtina wî ji baweriya me ya bi rola wî ya têkoşînê tê û azadiya wî daxwaza me ya sereke ye."

Rîmas Hemo jî got: "Li gel vê qonaxa hestiyar ku Sûriye û herêm tê re derbas dibe, hevdîtina wî girîng e. Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn sembola aştî û demokrasiyê ye."

Li aliyekî din jî Sureya Hebeş got ew destekê didin kampanyaya "Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin" û got: "Azadiya wî ji bo her jinekê ku hêza xwe ji fikir û felsefeya wî girtiye, serkeftinek e."

(fr)

ANHA