Biryara "kontrolkirina çekan" a hikumeta Lubnanê guhartin e yan daxuyaniya siyasî ye?

Hikumeta Lubnanê berî dawiya salê biryara kontrolkirina çekan di destê dewletê de da. Ev biryar wekî biryareke girîng hat dîtin. Şîrovekar Tariq Wehbî jî dît ku ev biryar nîşana guhartina bingehîn dide û ew ne tenê daxuyaniyeke siyasî ye.

Biryara "kontrolkirina çekan" a hikumeta Lubnanê guhartin e yan daxuyaniya siyasî ye?
9 tebax, 2025   06:06
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Hikumeta Lubnanê êvara înê plana Amerîkayê ya bidawîkirina hebûna çekdarî ya Hizbullah û kontrolkirina çekan di destê dewletê de, erê kir. Hizbullah ev gav wekî şaşiya herî mezin bi nav kir.

Hin aliyên siyasî û civakî yên Lubnanê ev gav wekî gaveke dîrokî bi nav kir, lê belê bertekên din hebûn ku dibêjin ev gav ji ber zexta ji derve hat dayîn. Her wiha pirs hatin kirin bê gelo ev biryar dikare heta kîjan astê li hemberî zehmetiyên hundirîn û yên derve li ber xwe bide û Hizbullah jî dikare heta kîjan astê bi biryarê pabend be.

GUHARTINA RASTÎN AN GAVEKE SEMBOLÎK E?

Şîrovekarê Lubnanê Tariq Wehbî dît ku ev gav ne tenê daxuyaniya siyasî ye, lê her wiha ew guhartineke cidî ya rastîn nîşan dide û got: "Mijara kontrolkirina çekan di destê dewletê de di Gulana 2000'an de piştî vekişîna artêşa Îsraîlê derket holê. Lê belê ji ber siyasetên hikumetên berê ev yek nehat pêkanîn."

Wehbî diyar kir ku ev biryar ne tenê siyasî ye û ew bi ji nû ve avakirinê ve girêdayî ye.

REDKIRINA HIZBULLAH Û GURBÛNA ALOZIYÊ

Li hemberî wê, Hizbullahê ev biryar red kir û wekî encama zextên derve yên ji bo lewazkirina projeya "berxwedanê" ya Hizbullahê, dît.

Wehbî got: "Hizbullah van helwestan red dike, ji ber ku kontrolkirina çekan li gorî projeya Hizbullah û Îranê ya têkbirina Îsraîlê ne mumkin e. Li kêleka wê, tunekirina Hizbullah jî ne mumkin e û dikare alozî û nakokiyên hundirîn derxe."

ARTÊŞ DI ENIYA ŞER DE YE

Wehbî destnîşan kir ku biryar di serdema serok Newar Selam de derketibû pêş lê belê dihat paşxistin û got: "Bi hilbijartina Josêf Ewn re biryar hat çalakkirin, nexasim ku Ewn fermandarê artêşê bû û têkiliyên wî yên xurt di hundirê saziya leşkerî de bi taybetî bi zabitên Şîî re."

Wehbî di dawiya axaftina xwe de got: "Biryara kontrolkirina çekan guhartineke rastîn e lê belê ew bi şiyana hikumet û artêşê ya kontrolkirina rewşa hundirîn ve girêdayî ye. Pêkanîna biryarê bi hevkariya hundirîn û piştgiriya navneteweyî ve girêdayî ye. Bi taybetî zexta li Îsraîlê ku dagirkeriya xwe ya li xalên sînorî bi dawî bike."

(mh)

ANHA