Endamekî Feyleq El Qudis li Lubnanê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa li xaka Lubnanê de endamekî Feyleq El Qudis a Pasdarên Îranê hat kuştin.

Endamekî Feyleq El Qudis li Lubnanê hat kuştin
25 kanûn, 2025   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di êrişeke li dijî xaka Lubnanê de endamekî Feyleq El Qudis a Pasdarên Îranê hatiye kuştin. Îsraîlê ew bi plankirina pêkanîna êrişan li dijî Îsraîlê tohmetbar kir.

Artêşê anî ziman ku di êrişê de Hisên Mehmûd Murşid El Cehwerî hat kuştin û bi "terorekî girîng di yekîneya operasyonan a Feyleq El Qudis de ku baskê derve yê Pasdarên Îranê ye, bi nav kir. Ji Sûriye û Lubnanê de destê wî di êrişên li dijî Îsraîlê de hebû."

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî daxuyand ku Îsraîlê erebeyek li bajarokê Hewş El Seyid Elî yê Hirmilê bombebaran kir, di encamê de 2 welatî hatin kuştin.

(fr)