Serokê Filistînê serdana Şamê kir

Serok Dewletê Filistînê Mahmûd Ebas serdana Şamê kir û bi Serokê  desthilata Şamê  ya Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.

Serokê Filistînê serdana Şamê kir
18 nîsan, 2025   19:43
Navenda nûçeyan

Serok Dewletê Filistînê Mahmûd Ebas ji bo têkiliyên fermi serdana Şamê kir.

Mahmûd Ebas ê  ku ji sala 2007’an ve care pêşî ye serdana Şamê kir, li Qesra Gel bi Serokê desthilata Şamê Ehmed Şeri re civiya.

Di hevdîtina herdu serokan de li gel mijarên girêdayî têkiliyên du alî, wê rewşa Filistînê û mijarên her du welatan gotûbêj bikin.