Encamên siyasetên PDK`ê û tevgerên Amerîkayê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa Başûrê Kurdistanê, geşedanên li Xezayê û tevgerên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn kir.

Encamên siyasetên PDK`ê û tevgerên Amerîkayê rojeva rojnameyên erebî ne
27 mijdar, 2023   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da banga Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ji bo yekitiyê bi pêşengiya serokê wê Bafil Talebanî re û diyar kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê faktoreke erênî ye. Nemaze YNK`ê rû bi rûyî rewşeke îstîsna ye û di tecrubeya xwebirêveberiyê de têk çûye. Hin dibêjin sedema wê vedigere kontrolkirina PDK`ê ya li ser desthilatê û binkeftina birêvebirina wê ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku YNK`ê bi serokatiya Bafil Talebanî hewl dide eniyekê li hember vê rewşa îstîsna ya li Başûr ava bike, nemaze li gel girêkên siyasî û zehmetiyên aborî.

‘HEWLDANÊN DIRÊJKIRINA AGIRBESTÊ’

Der barê rewşa Xezayê de rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê îşaret bi hewldanên dirêjkirina agirbestê heta 4 rojan kir ku îro bi dawî dibe. Duh pevguhertina dîlgirtiyan, bê astengî û zehmetî derbas bû.

Li gel axaftina li ser dirêjkirina agirbestê, daxuyaniyên tund ji Îsraîl û Hemasê hatin. Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halevy got: “Bi temamkirina agirbestê, wê şer bi israra jihevxistina Hemasê berdewam bike.”

Hemasê jî daxuyand ku “êrişên Îsraîlê dê bê bersiv nemînin û dê berxwedan hebe.”

‘TEVGERA NÛ YA AMERÎKAYÊ’

Têkildarî tevgerên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn, rojnameya El Quds El Erebî nûçeyek weşand.

Rojnameyê di nûçeya xwe de, cih da ketine koma êrişker a keştîhilgirin balafiran `Eisenhower` Kendava Erebî bi rêya tengava Hurmuzê. Rojnameyê ev tevger, wek peyameke diyar têkildarî niyetên Amerîkayê ji bo parastina ewlehiya deryayî û Îsraîlê, ji Îranê re nirxand. 

Di heman çarçoveyê de Enstîtuya Deryayî ya Amerîkayê dibêje biryara şandina Eisenhower bi rêya Hurmuzê, dûrketina ji siyaseta niha ya Amerîkayê ye.

(şx)