Encamên êrişên Îranê yên li ser Kendavê: 1 kuştî, 20 birîndar

Di êrişên Îranê yên li ser balafirgeh û binesaziya girîng ên li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Behrêyn, Kuweyt, Oman û Qeterê de kesek hat kuştin û zêdetirî 20 kes birîndar bûn.

Encamên êrişên Îranê yên li ser Kendavê: 1 kuştî, 20 birîndar
1 adar, 2026   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Îsraîl-DYA'yê û Îranê de di roja duyemîn de dewam dikin. Îran bi mûşekên balîstîk û dronan êrişî baregeh û binesaziyên girîng ên Îmarat, Behrêyn, Kuweyt û Omanê kirin.

Di encama êrişan de ji bilî zirara madî kesek hat kuştin û zêdetirî 20 kes birîndar bûn. Di heman demê de wekî tedbîr çend qadên hewayî hatin girtin.

LI EBÛ DABÎ Û DUBAYÊ KUŞTÎ Û BIRÎNDAR

Balafirgehên Ebû Dabî ragihandin ku di êrişa bi dronekê ya li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Zayed de welatiyekî Asyayî hat kuştin û 7 kesên din birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Dubayê de 4 kes birîndar bûn. Di heman demê de tîmên Parastina Sivîl du agirên biçûk li Bendera Cebel Elî û Otêla Burc El Ereb vemirandin.

LI BEHRÊYNÊ BI DEHAN MÛŞEK HATIN ASTENGKIRIN Û REWŞA AWARTE HAT RAGIHANDIN

Bi dronan êriş li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Behrêynê hat kirin. Hate zanîn ku di encama êrişê de zirarên sivik çêbûn. Hêza Parastinê ya Behrêynê ragihand ku 45 mûşek û 9 dron hatine astengkirin. Navenda Bijîşkî ya Selmaniyê 4 birîndar wergirtin û qada hewayî demkî hat girtin.

LI KUWEYTÊ BIRÎNDAR Û RAWESTANDINA FIRÎNÊ

Hate ragihandin ku 9 karmend piştî ku Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê ji hêla dronê ve hat hedefgirtin birîndar bûn. Tevgera firînê demkî hatin rawestandin û avahiyên balafirgehê hatin valakirin.

LI DUQMÊ BIRÎNDAR Û LI OMANÊ TANKEREK PETROLÊ HATIN HEDEFGIRTIN

Bendera Duqmê bi du dronan hat êrişkirin, di encamê de karkerek birîndar bû. Perçeyên dronê li nêzî tankên sotemeniyê ketin, lê ti qurbanî çênebûn.

Navenda Ewlekariya Deryayî ragihand ku tankerek petrolê li peravên Musendemê hat hedefkirin û ekîba wê ya 20 kesî hat valakirin, 4 kes birîndar bûn.

LI QETERÊ AGIR VÊKET Û TRAFÎKA HEWAYÎ HAT RAWESTANDIN

Wezareta Karên Hundir a Qeterê ragihand ku li herêma pîşesaziyê ji ber parçeyên mûşekekê şewatek biçûk derketiye û ti birîndar çênebûne. Desteya Hewayî ya Sivîl biryar da ku trafîka hewayî wekî tedbîrek pêşîlêgirtinê demkî rawestîne.

(k)