YNK′ê li Kerkûkê bi ser ket

Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, YNK’ê bi Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye li parêzgeha Kerkûkê piraniya dengan bidest xist. YNK’ê li Kerkûkê 139 hezar û 373 deng bidest xist û bi vî awayî bû yekemê hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê.

YNK′ê li Kerkûkê bi ser ket
19 kanûn, 2023   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di van kêliyan de bi daxuyaniyek ya çapemeniyê encamên destpêkê yên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê radigihîne.

Li gorî Komîsyonê li seranserê deverên Iraqê yên ketine hilbijartinê zêdetirî 16 milyon kesan mafê dengdanê hebû. Komîsyonê diyar kir ku rêjeya beşdariya hilbijartinên encûmenên parêzgehan sedî 41 bû. Herwiha komîsyonê eşkere kir ku ewê îro tenê encamên sedî 94.4’ê dengan ragihînin û beramberkirina sedî 5.6’ê dengan hîn berdewame.

Çavê hemû Kurdan li parêzgeha Kerkûkê bû ku dewleta Tirk ya dagirker ji bo ku Kurdên xwedî li îradeya xwe ya netewî derdikevin li Kerkûkê sernekevin serî li hemû leyistik û hileyan da. Dewleta Tirk ji bo tifaqa YNK’ê li Kerkûkê sernekeve piştgiriya PDK’ê û Eniya Tirkmen dikir. Lê tevî hemû hewildanên derxistina aloziya siyasî û etnîkî ya dewleta Tirk li Kerkûkê YNK bi Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye bû yekemînê parêzgeha Kerkûkê, Eniya Tirkmen û PDK’ya ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikir jî nekarîn encamên dixwestin di hilbijartinê de bidest bixin.

Encamên destpêkê yên parêzgeha Kerkûkê wiha ne;

Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye ku YNK jî di nav de ye: 139 hezar û 373 deng

Koalîsyona Erebî: 98 hezar û 173 deng

Eniya Tirkmen: 72 hezar û 281 deng

PDK: 46 hezar û 197 deng

Tevgera Nifşê Nû: 24 hezar û 620 deng

Qiyade: 59 hezar û 430 deng

Kerkûkna: 21 hezar û 114 deng

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê roja Duşemê hatin kirin. Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê diyar kir ku li di vê hilbijartinê de zêdetirî 16 milyon hilbijêran mafê dengdanê hebû. Rêjeya beşdariyê di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de %41 bû. Ji zêdetirî 16 milyon hilbijêran 6 milyon û 599 hezar û 668 hilbijêran dengên xwe bikar anî.