Encama kampanyaya îmzeyan wê 7’ê Nîsanê were eşkerekerin

Encama kampanyaya îmzeyan a ku ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatibû destpêkirin, wê 7’ê Nîsanê (2024) were eşkerekirin.

Encama kampanyaya îmzeyan wê 7’ê Nîsanê were eşkerekerin
4 nîsan, 2024   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya îmzeyan a ku 9`ê Sibatê (2024) ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin, bidawî dibe. 

Beriya niha hatibû gotin ku wê kampanya 4’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê were bidawîkirin. Lê roja eşkerekirina encaman hat guhertin.

Li gorî agahiyên ku endamên înîsaytî dane ANHA’yê daxuyanî wê 7’ê Nîsanê were dayîn. Endamên înîsiyatîfê diyar kirin ku îro (4’ê Nîsanê) li gelek deveran şahiyên pîrozbahiya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hene, lewma wana guncav dîtiye ku daxuyaniyê taloq bikin.

(mh/a)

ANHA