Di êrişa li Himeymîmê de 2 leşkerên Rûsyayê hatin kuştin

Çavkaniyên Rûsyayê ragihand ku 2 leşkerên Rûsyayê di êrişa li dijî baregeha leşkerî ya Himeymîmê de hatine kuştin.

Di êrişa li Himeymîmê de 2 leşkerên Rûsyayê hatin kuştin
21 gulan, 2025   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala ‘Maş’ li ser Telegramê ragihand ku "hêzên Rûsyeyê duh (Sêşem) êrişeke ku 4 kesên xwekuj li dijî baregeha Himeymîmê pêk anî, têk birin" her wiha aşkera kir ku "êrişkaran hewl da derbasî baregehê bibin, lê hêzên Rûsyeyê bersiv da û hewldan têk bir.”

Kanalê diyar kir ku 3 êrişkar hatine kuştin, êrişkarek jî reviya û piştre ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hat gulebarankirin, lê çarenûsa wî diyar nebû.

Li gorî kanalê, her çar êrişkar jî ji Ozbekistanê nr.

(k)