Çemê Firatê ziwa dibe rewş ber bi karesetê ve diçe

Kêmbûna ava Çemê Firatê bandoreke mezin li şêniyên kantona Tebqayê kiriye. Ji ber kêmbûna avê stasyona pompekirina ava vexwarinê hate rawestandin, lewma rewş ber bi karesateke mirovî ve diçe û dê bandorên trajîk li jiyana şêniyan bike.

2 tîrmeh, 2025   03:45
TEBQA

Asta ava Çemê Firatê bi awayekî dijwar kêm dibe, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker rê li ber herikîna ava çem ber bi axa Sûriyeyê û Iraqê ve girtiye. Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku asta ava Bendava Firatê daket 6 metreyan, hişyarî da ku krîza avê ya li Çemê Firatê dê girantir bibe.

Kampa Tiwêhinayê tevî ku li ser qeraxên Çemê Firatê ye, derdê tîbûnê dikişîne. Ehmed El Casim, ku li kampê dijî got, "Rewş pir dijwar e. Av bi rojên tê qutkirin, û dema ku av tê jî, qirêj e û bi kêrî vexwarinê nayê. Em neçar in ku avê bikirin, bihayê tankerek av a 5 bermîl 25 hezar lîre ye. Yên ku pereyên wan tune ne, ava qirêj ji golê tînin. "

Reslan El Ehmed jî rewşa xwe ya rojane wiha vegot, "Em ji bo vexwarinê şûşeyên avê dikirin, dema ku av tê, pir qirêj û tijî gemar. Em dikelînin, klorê tevlê dikin û didin ber tavê, bi hêviya ku bi kêrî vexwarinê bê. Lê belê, em êşa nexweşiya gurçikan dikişînin. "

Matar El Xalid tiştekî hîn xerabtir destnîşan kir: "Kêzik û kurmik di nav avê de hene, ji ber vê yekê hin kes nexweş ketin û birin nexweşxaneyê. Av sê roj in qut bûye, û îro tenê du saetan hat. Heta serşokên giştî jî bi rojan e nehatine paqijkirin. Ava ku em ji çem tînin bêhnek ne xweş jê tê. Em wê bi qumaşan parzûn dikin û dikelînin, lê em êdî nikarin tehemûl bikin."

REWŞ ÊDÎ DIJWAR E

Piştî ku stastyona El Tinêra ji xizmetê derket, av li ser bajarokê El Curniyê û 114 gundên girêdayî wê jî qut û rewşa şêniyan dijwartir bû. Navenda Avê ya El El Curniyê  hewl dide ku çareseriyên awarte pêk bîne da ku avê ji ji bo şêniyan peyda bike.

Hevserokê Navenda Avê ya El Curniyê, Ehmed Cemal, da zanîn ku ji salên  1980`an ve, ji dema ku bendava Firatê hatiye avakirin, rewşeke wiha nebûye. Ji ber kêmbûna avê, hin erdên ku bi dehsalan di bin avê de mabûn, derketin û hin şîniyan dest bi cotkirina  wan erdan kirine.

Cemal destnîşan kir ku du bîrên li stasyona avê ya El Tenêra ji xizmetê derketine, û ev yek bûye sedema rawestandina pompekirina avê bo stasyona avê ya El Curniyê. Ew stasyon avê dide bajarokê, gundewarê wê û kampên derdorê.

Cemal hişyarî da û got, "Berdewamiya kêmbûna avê tê wateya ku av dê nemîne, ev yek dê ji bo mirovan, heywanan û nebatan bibe sedema karesatekê."

Cemal bang li rêxistinên mirovî kir ku pompeyên mezintir ji wan re peyda bikin, lê çareseriya bingehîn ew e ku Tirkiyê avê berde, eger nebe rewş ber bi karesetê ve diçe.

BANDORA WÊ DIGHÊJE REQA, DÊRAZORÊ Û HELEBÊ JÎ

Daketina asta ava Çemê Firatê ne tenê bandorê li Tebqayê dike, lê dê bandora bigihêje Reqa, Dêrazorê, Heleb û gundewarê wê jî, û heta Iraqê jî dirêj bike, û dê li beravên çem karesateke herêmî çêbibe.

Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên Tebqayê Elî El Taha, da zanîn ku piraniya pompeyên ava vexwarinê, di nav de pompeyên deverên Ayid, El Curniyê, El Kerîn, El Cerafat û El Bûasî, ji xizmetê derketine, yên mayî jî di nav çend rojan de dê xizmetê derkevin.

El Taha her wha destnîşan kir ku kêmbûna asta avê bûye sedema kombûna bakteriyan û bermayiyan, û kêmbûna qalîte û paqijiya avê. Her wiha ev kêmbûn dê bandora li xebitandina torbînên bendavê bike û elektrîk dê li ser hemû stastyonên avê qut bibe.

(k)

ANHA