'Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan geştir bikin'

Derçûyiyên Akademiya Şehîd Xalid Êlêwî diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geştir bikin.

'Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan geştir bikin'
8 kanûn 2023   12:44
TEBQA

Derçûyiyên Akademiya Şehîd Xalid Êlêwî li pêş Nexweşxaneya Neteweyî ya Tebqayê daxuyaniyek da û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. 

Xwendekar Menar El Xelef bi beşdariya xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê ya Hesekê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û cezayên dîsîplînê û qedexeya hevdîtinê ji bo gelê herêmê der barê tenduristiya wî de cihê metirsiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku erdehjên li nêzî girava Îmraliyê çêdibin, li ser têkildarên komîteyên hiqûqî ferz dike ku zextê li ser dewleta Tirk bikin da ku aqûbeta Rêber Abdullah Ocalan diyar bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ji bo aşkerakirina bûyerên li Îmraliyê ji tecrîd û qanûnên ketober pêk tên dê têkoşîn were bilindkirin, her wiha divê gelê Kurdistanê dakevin qadan û zextê li rêxistinên mafên mirovan bikin ku li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.

(fr)

ANHA