Şêniyên Şehbayê dorpêça hikumeta Şamê şermezar kir

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê bi meşekê şermezar kir.

8 kanûn 2023   13:55
ŞEHBA

Bi sedan koçberên ji Efrînê û şêniyên Şehbayê bi meşeke girseyî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê şermezar kir.

Meşê ji çerxerêya navçeya Ehdasê dest pê kir û heya nuqteya kontrole ya hêzên hikumeta Şamê ya di navbera Heleb û Şehbayê de dewam kir. Li ber nuqteya kontrolê li ser navê meşvanan Mistefa Hesen axivî.

Mistefa Hesen destnîşan kir ku ji 6 salan ve hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser Şehbayê dide meşandin. Hesen diyar kir ku hikumeta Şamê bi dorpêçê dixwaze berxwedana gel têk bibe û got: “Bi siyasetên xwe yên qirêjî dorpêçeke giran li ser Şehbayê didin meşandin. Di nava vê siyasetê de gel dibe armanca qirkirinê. Lê dorpêç li hember berxwedana me nabe bend.”

Di dawiyê de Hesen wiha anî ziman: “Bi sekna gelê me dê dorpêç têk biçe û em ê herêmên dagirkirî jî rizgar bikin."

(zş)

ANHA