‘Em ê her tim li pişt şervanên xwe bin’

Dayikên ji Kobanê diyar kir “Dema şervanên me çalakiyan li hember dijmin pêk tînin, morala me bilind dibe, em ê her tim li pişt wan bin.”

‘Em ê her tim li pişt şervanên xwe bin’
‘Em ê her tim li pişt şervanên xwe bin’
‘Em ê her tim li pişt şervanên xwe bin’
‘Em ê her tim li pişt şervanên xwe bin’
‘Em ê her tim li pişt şervanên xwe bin’
‘Em ê her tim li pişt şervanên xwe bin’
‘Em ê her tim li pişt şervanên xwe bin’
‘Em ê her tim li pişt şervanên xwe bin’
17 sibat, 2025   11:07
KOBANE
SARIYA ŞÊXO

Bi çêkirina xwarinê ji bo şervanan, şêniyên li kantona Firatê piştgiriya xwe ji bo şervanên QSD`ê û YPJ`ê yên di eniya pêş de li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin, nîşan didin. Şêniyên taxa Botan Xerbî ya bajarê Kobanê bi hev re ji bo şervanan xwarinê çêdikin.

Dayikan têkildarî mijarê ji ANHA`yê re nêrînên xwe anîn ziman.

‘ŞERVANÊN ME RONIYA ÇAVÊN ME NE’

Dayika bi navê Eyşe Silêman berxwedana şervanên li eniyên pêş silav kir û diyar kir ku şêniyên taxa Botan Xerbî bi hev re bûn alîkar, ji bo ku xwarinê ji şervanên QSD`ê û YPJ`ê re çêkin û got: “Em ji bo şervanên xwe çi bikin jî hindik e. Şervanên me roniya çavên me ne. Em ê her tim li pişta wan bin heta nefesa xwe ya dawiyê. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li pişta zarokên xwe bin. Wê her tim serkeftin para şervanên me be.”

Dayika bi navê Edlê Şukrî jî destnîşan kir ku şervanên QSD`ê û YPJ`ê gel û axa xwe diparêzin, divê gel ji bo şervanên xwe bibe pişt û got: “Şervanên me ji bo ku axa xwe û gelê xwe biparêzin li ber xwe didin û tê dikoşin, divê em jî li kêleka wan bin û li pişta wan bin.”

‘EM XWEDÎ HÊZ Û MORAL IN’

Edlê anî ziman ku ew tu carî ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan natirsin û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk her çi qasî êriş bike, hêza me xurttir dibe. Her ku şervanên me çalakiyan li hember dijmin pêk tînin, morala me xurt dibe. Em ê bi hêz û vîna xwe êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin û wê serketin a şervanên me be.”

ANHA