Rojnameyên erebî: Baskê El Qaîdeyê yê li Sûriyeyê xwe betal kir

El Qaîde hewl dide ji rewşa aloz a Sûriyeyê sûdê wergire. Erebistana Siûdî jî kete xeta kêşeya di navbera Hizbullah û artêşa Lubnanê de.

Rojnameyên erebî: Baskê El Qaîdeyê yê li Sûriyeyê xwe betal kir
17 sibat, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro behsa çalakiya rêxistina Huras El Dîn a girêdayî El Qaîdeyê ya li Sûriyeyê kir, her wiha aloziya li Lubnanê û rewşa Iraqê.

‘HURAS EL DÎN XWE BETAL KIRIYE... RASTÎ YE YAN ARMANCÊN VEŞARTÎ HENE?’

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa tevgera El Qaîdeyê û alîgirên wê yên li Sûriyeyê kir û diyar kir ku di dawiya meha Çileya borî de rêxistina El Qaîde ku bi navê ‘Huras El Dîn’ tê naskirin, bi fermî ragihand ku xwe betal kiriye û di daxuyaniyekê de tekez kir ku piştî rejîma berê ya Sûriyeyê hilweşiya, serkeftineke mezin pêk anîne.

Huras El Dîn her wiha diyar kir ku ew dê amade bin ku bersiva her "bangeke alîkariyê" li deverên misilmanan bidin û “dest ji prensîbên xwe yên şerîetê bernnadin”.

‘EREBISTANA SIÛDÎ LI LUBNANÊ LI DIJÎ HIZBULLAHÊ PIŞTGIRIYA ARTÊŞÊ KIR’

Der barê rojeva Lubnanê de jî rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Erebistana Siûdî ket nava aloziya di navbera alîgirên Hizbullahê û artêşa Lubnanê de û bi aşkera piştgiriya xwe ji bo dezgehên leşkerî ragihand. Erebistana Siûdî dizane ku eger deriyan li Hizbullahê veke tê wateya wêrankirina Lubnanê û vegerandina welat bo wê kaosa siyasî û ewlekarî ya ku beriya hatina serokkomar Cozef Ewûn hebû.”

Erebistana Siûdî, ne li gorî adetên xwe, piştevaniya xwe ji saziyên siyasî û leşkerî yên li Lubnanê re ragihand. Ev nî nîşaneyeke aşkera ye ku Riyad naxwaze derfetê bide Hizbullahê ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û Lubnanê careke din kontrol bike û saziyan bixe bin kontrola xwe.

‘PIŞTÎ BIRYARA TRUMP HAVÎNEKE GERM LI BENDA IRAQIYAN E’

Tora El Hurra ragihand ku Iraq ditirse bi nêzîkbûna havînê re krîza elektrîkê xirabtir bibe, piştî biryara serokê DYA’yê Donald Trump a betalkirina efûyên der barê cezayên li ser Îranê de.

Bi salan e ku Iraq ji efûya DYA’yê sûdê werdigire û enerjiyê ji Îranê tîne.

Iraq ji sedî 40’ê gaza ji bo hilberandina elektrîkê ji Îranê dikire.

(k)