Remzeke herêma Dêrazorê; hinarên Sûsê

Çêkirina av û dimsa hinaran wek beşeke kevneşopa çandî û civakî li gundewarên Dêrazorê tê dîtin.

Remzeke herêma Dêrazorê; hinarên Sûsê
Remzeke herêma Dêrazorê; hinarên Sûsê
Remzeke herêma Dêrazorê; hinarên Sûsê
Remzeke herêma Dêrazorê; hinarên Sûsê
5 mijdar, 2024   05:10
DÊRAZOR
FATIMA El EBID

 Bi destpêka mewsima berhevkirina hinaran li rojhilatê kantona Dêrazorê re, cotkar dims û avê jê çêdikin, hem di zivistanî de bi kar tînin û hem jî wek jêdereke aborî tê dîtin.

Bajarê Sûsê yê kantona Dêrazorê bi bax û baxçeyên xwe yên hinaran tê naskirin. Ji sedan salan ve hinar wek jêdereke sereke ya şêniyan e û di heman demê de hêmaneke sereke ya nasnameya çandinî û civakî ya şêniyan e.

Li gorî Nivîsgeha Çandiniyê ya Bajarê Sûsê ya kantona Dêrazorê, li Sûsê 2 milyon û 640 hezar darên hinaran hene. Ev dar li gundên Sefafina, Erqûb, Meraşîde, Bû Bedran û Şeifa belav in.

Li rex berhevkirina hinaran, şênî bi rêbazên kevn dims û avê jê çêdikin. Ji hinarên şîrîn dims tê çêkirin û hinarên tirş jî tên guvaştin û ava wan tê bikaranîn.

Cotkarê bi navê Mehmûd Ebdulwehab ê ji Sûsê diyar kir ku darên hinaran beşeke sereke ya kevneşopa çandî ya herêmê ne û got şêniyên Sûsê ku ji demeke dirêj ve hinaran diçînin, wek semboleke dîrokî dibînin.

Ebdulwehab da zanîn ku hinar debara herêmê pêk tînin û hilbirîna zêde jî derdixin derveyî herêmê. Ebdulwehab îşaret pê kir ku li Sûsê malek bêyî darên hinaran nîn e û destnîşan kir ku şênî eleqeyeke mezin didin çandina hinaran.

Têkildarî çêkirina av û dimsa hinaran jî Ebdulwehab wiha got: "Çêkirina dims û ava hinaran ji bo me gelekî girîng e. Her sal bi dema berhevkirinê re em dims û ava wê çêdikin û hiltînin. Guvaştina hinaran û çêkirina dimsê bi hev re tên kirin. Destpêkê libên hinaran tên derxistin. Piştre tên givaştin û wekî av tê bikaranîn. Piştre ava wan tê parzûnkirin. Çêkirina dimsê jî mîna çêkirina ava wê ye. Lê dims ji hinarên şîrîn tê çêkirin. Dema av tê kelandin heya ku rengê wê hinekî were guhertin, jê dims çêdibe. Piştî tê kelandin jî dixin şûşeyên plastîk. Tiştek li ser dimsa hinaran nayê zêdekirin da ku tehma xwe ya orjînal biparêze. Lê hinek malbat şekir an xwêya lîmonê yan jî avê lê zêde dikin. Lê em tercîh dikin ku tiştekî lê neyê zêdekirin da ku tam û rengê xwe yê tarî biparêze."

Ebdulwehab da zanîn ku ji 10 kîloyên hinaran lîtreyek dims derdikeve û ji 3 kîlograman jî lîtreyeke av derdikeve.

Her sal li bajarê Sûsê festîvala hinaran çêdibe. Cotkar hinar û berhemên wan pêşkêş dikin û xelat tên dayîn.

(bb)

ANHA