‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’

Çalakiya xizmên girtiyan ên li dijî tecrîda Îmraliyê di hefteya 15’an de didom e. Di çalakiyan de peyama, “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” hat dayîn.

‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’
2 tebax 2024   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

Xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, ev 15 hefte ne tên gel hev. Çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” vê hefteyê li bajarê Edeneya, Mêrsîn ya Tikiyê û bajarê Wanê ya bakûrê Kurdstanê hate domandin. 

WAN

Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛAY-DER) li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rêya Armûşê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Deng bidin girtîgehan” û “Tecrîdê bi dawî bikin” hatin hilgirtin. Çalakvanan di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

EDENE

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî, Komeleya Piştevaniya b Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) jî li Edeneyê daxuyanî dan. Destûr nehat dayin ku beşdar biçin pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar. Çalakvanan li ser cadeya li hemberî avahiya AKP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de beşdaran pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin, pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Ji tecrîdê re na, aştî a niha” berz kirin.

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê destûr nehat dayin ku çalakvan biçin pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar. Xizmên girtiyan û kesên pê re jî çalakiya rûniştinê li dar xistin û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" bertek nîşan dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Reşa Aşan li cihê hatibûn astengkirin daxuyanî da û da zanîn ku tecrîd welat ji hev parçe dike. Aşan, wiha dom kir: “Hewl didin kurdan ji hêla çandî û siyasî ve tesfiye bikin. Em dibêjin ku dê nekarin bi ser kevin. Rakirina tecrîdê dê li Tirkiyeyê rê li ber pêvajoyeke guftûgoyê ya nû veke.