Evîndar Ararat: Divê mafên jinên li Sûriyeyê di makezagona nû de bên parastin 

Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat diyar kir ku destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir girîng in, divê ev pêşengiya jin a li wir li tevayî Sûriyeyê were belavkirin. Evîndar Ararat anî ziman ku divê mafên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di makezagona nû de bên parastin. 

Evîndar Ararat: Divê mafên jinên li Sûriyeyê di makezagona nû de bên parastin 
20 tîrmeh, 2025   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, têkoşîna jinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de, Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat pirsên ajansa me ANHA’yê bersivandin.

Hevpeyvîna bi endama Koordînasyona PAJK’ê re wiha ye:

Di 27’ê Sibatê Rêber Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kir. Di 9’ê Tîrmehê de cara yekemîn piştî 26 sal dîmenên zindî yên Rêber Abdullah Ocalan derketin. Ev 33 sale hûn di nava têkoşînê de ne. Dema we dîmenên Rêber Abdullah Ocalan dît hestekî çawa bi we re çêbû?  

Piştî 27 salan me deng û dîmenê Rêbertiyê dît. Dîmen hestên cuda bi tevayî hevalan û gel re jî çêkir. Di heman demê de lêpirsînek jî di me de çêkir. Çima me ewqas hişt ku Serokatî ewqas sal di girtîgeha Îmraliyê de bimîne. Wê demê têkoşîna me kêm bû, têrê nekir ku em Serokatiyê bi awayê fîzîkî azad bikin. Li aliyekî coş hebû, hestera bi salan hebû, bi dîtina wî êşa dilê me hinekî sivik bû. Ez bawer im di aliyê gel de jî ev çêbû. Em kêfxweş bûn ku me dengê Serokatî bihîst. Me ji hêzbûna Serokatî hêzeke mezin girt. Erkê me girantir kir, ji bo vê jî pêwîst e em hîn zêdetir têkoşîna xwe xurt bikin, ji bo Serokatî ji şert û mercê dilgirtinê derkeve.

-Niha Rêber Abdullah Ocalan dest bi pêvajoyekî kir, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, weke tevgera jin hûn li ku disekinin?

Ji destpêka avabûna tevgera jin heta niha, Serokatiyê rola jin sereke dît, hem di nava tevgerê de, li ser esasê azadiya jin û mêr di nava kadroyên rêxistinê de hem jî di guherîn û veguhertina civakê de rola jin esas girt. Di aliyê leşkerî de jî jin weke hêza cewherî ya parastina civakê de rolekî sereke da ser milê jin. Niha di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî erkê sereke da jin û tevgera jin pêşeng diyar kir. Çima, ji ber ku Serokatî ji hêza jin bawer e. Em manîfestoya Serokatî ya ji bo civaka demokratîk, weke manîfestoya sedsalê pênase dikin ku jin weke navenda civaka dîrokî û civaka demokratîk pênase dike. Rêbertî dîroka jin esas digire. Jin çawa jiyan ava kir, jinê li ku winda kir, bi jinê ve girêdayî mirovahiyê li ku winda kir. Serokatî bi vî awayî pênase dike. Guhertin û veguherinên di nava tevgera jin û civaka Kurd de çêbûne ji xwe re dike bingeh, ji ber ku xwe ispatkirinek çêbû. Hem di aliyê guherîna hişmendiyê de, hem jî di aliyê hêzbûn û xwe rêxistinê de, guhertina civakê de, pêşxistina hêza têkoşînê, hêza jinê dibîne. Di aliyê şer de jî herî zêde jin aloziyê dijî, jin derbeya herî mezin dixwe, ji bo wê jî Serokatî dibêje; ya ku herî zêde aştiyê pêş bixe jin e. Kesayet, hest, komkirina civakê li dora xwe dide nîşan ku jin di aştiyê de hîn zêdetir dikare pêşengiyê bike. Ji ber wê jî Serokatî jinê di aliyê pêşengtiya vê pêvajoyê de erkdar dike.

Em jî di ferqa vê erkê dîrokî de ne. Baweriya Serokatî bi hêza jin heye. Em jî weke tevgera jin hem di aştiyê de hem jî di avakirina civaka demokratîk û avakirina komînan de em xwedî erk in, em ê bikarin ser vî esasî jî bersiva Serokatiyê bidin.

-Piştî 27’ê Sibatê hinek gav hatin avêtin, Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandin, serkêşa komê jî heval Besê Hozat bû, jinek bû. Ev peyameke çawa dide?

Pêvajoya heyî ferqa Rêber Apo dide diyarkirin û baweriya Serokatiyê bi hêza jin dide diyarkirin. Di jiyanê û tevgera me de jî Serokatiyê hevaltiya destpêkê bi jinê re dest pê kir. Qonaxên di têkoşîna me de jî, hem di nasnameya Kurdîtiyê de rola jin pêşxist, hem jî di aliyê têkoşîna zayend de jî weke cinsê herî zêde hatiye kolekirin azadiya wê pêşxistinê de jin esas girt. Di komê de jî 15 hevalên jin, 15 hevalên mêr hebûn, di komê de jî nûnertiyek xurt a jinê hat diyarkirin. Hem jî weke berkevka komê heval Besê Hozat li ser navê tevayî jinên şoreşger çû merasîmê, bi cesaretekî mezin, xwe bawerbûneke mezin, bi hêzeke mezin ji bo aştiyê helwest nîşan da. Vê yekê jî da diyarkirin ku jin dê di vê pêvajoyê de pêşengiyê bike, bêguman ev ne tenê sembolîk e, biryarekî dîrokî ye jî. Hem ji bo mirovahiyê bangek e, hem jî girêdanek bi Serokatiyê re ye.

-Her cara ku Rêber Abdullah Ocalan biryarekî dide, tevger bi erênî bersiv dide. Hûn vê girêdana di navbera Rêber Abdullah Ocalan û tevgerê de çawa pênase dikin?

Di rastiyê de ev girêdaniyek jiyanî ye, hem mejî, hem dil, hem pîvanên jiyana azad, hevaltiyê ye. Serokatî dibêje “Ez şervanê bîrdoziya azadiya jinê me” yê ku hevaltiya herî kûr bi jinê re daye avakirin Serokatî ye. Ji ber wê jî girêdana me weke têkoşerên jin û bi gelemperî jî tevgera Apoyî bi Rêbertî re felsefîk e, sosyolojîk e, dîrokî ye, jiyanî ye, bîrdozî ye. Ne hema wisa hestiyarî tenê ye.  Ev girêdan bi êrişan an jî qutbûnek fîzîkî lawaz nabe. 27 sale Serokatî di girtîgehê de ye û 10 sal tu peywendî ligel wî çênebûne, bi taybetî jî di 4 salên dawîn de agahiyek jê nehat girtin. Lê tu car baweriya me wekê têkoşerên vê tevgerê bi taybetî jî têkoşerên jin bi Serokatiyê lawaz nebûye. Girêdana me bi Serokatiyê re xurttir bû. Hêviya me bi hêza Serokatiyê û hezkirina me ya ji bo wî mezintir bû. Hêviya me ew e ku teqez bi awayê fîzîkî hevdû bibînin, ew hesreta ku dê were derbaskirin hebû, teqez wê rojekî ji girtîgehê derbikeve û bikeve nava gel hebû. Tevayî hevalên ku Serokatî dîtine yan ne, xwe bi fikrê wî perwerde kirine, xeyalên wan tevayiyan dîtina Serokatiyê bû. Em hevdû nebînin jî. Serokatî me hîs dike û em jî wî hîs dikin.

-Niha li Rojhilata Navîn aloziyek heye, bi navê Bihara Ereban li gelek welatan alozî derketin, lê heta niha rengê jin di Rojhilata Navîn de dernetiye pêş, sedemê vê çi ye?

Divê em Kurdistanê ji derveyî vê bihêlin, li Kurdistanê tevgera jin pêşengiya şoreşê dike. Mînak li Bakurê Kurdistanê PKK û Serokatî derketin. Ev şoreş bi pêşengiya jinan dest pê kir. Di heman demê de li Rojava bi pêşengiya YPJ’ê şoreş pêş ket, dayikên me pêşengiya vê şoreşê kirin. Di şer de jî û di civakê de jî pêşengî kirin. Di heman demê de Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li Rojhilatê Kurdistanê pêş ket, êrişa fermanê ya li ser Şengalê çêbû li Şengalê li dijî komkujiyê jinên Êzidî niha serî rakirin, di siyasetê de û di xweparastinê de jî rol dilîzin. Di Raperînên Başûrê Kurdistanê de jî em berdêl dam hem jî pêşengî kirin, weke heval Viyan Soran, Destîna Qendîl bi dehan hevalên wisa rol lîstin. Em nikarin bêjin li Rojhilata Navîn ku Kurdistan navenda wê rengê jin nîn e, hebe jî pir lawaz e. Rast e li Rojhilata Navîn rehek ê berxwedaniya jinê heye, lê rêxistinbûn jî gav bi gav pêş dikeve. Lê hîna civakî nebûye, gelemperî nebûye, siyaseta ku desthilatê bide guherin ava nebûye. Pir sînordar dimîne. Pêwîst e tevgerên jin civakbûnê pêş bixin û yekitiya tevgerên jinan çêbikin. Li ser vê esasê tevgera jinên Kurd konferansên jinan ên Rojhilata Navîn û Efrîka li dar dixin. Nîqaş hene lê hîna veneguheriye tiştek mayînde. Çima, pir parçeyî ye, civakî nebûye. Ezmûnên jinên Kurd dikare pêşengiyekî ji tevayî jinan re bike, pêwîste em zêdetir rêxistinbûnê çêbikin.

- 7 mehe rejîma Baasê hilweşiya, HTŞ’ê hat ser desthilatê û gelek komkujî pêk hatin. Çapemeniya cîhanî û ya Ereban pir cih nedanê, tenê ragihandina azad cih da van kiryaran. Hinek dîmen derketin ew jî dîmên jinan bûn. Jinan li hemberî komkujiyan dengê xwe bilind kirin û li ber xwe dan. Ev teyîsandinekî çawa çêdike?

Eger jin xwe birêxistin neke û hêza xwe ya parastinê ava neke dê bi komkujiyên wiha re rûbirû bimîne. Ya din jî reha berxwedana jinên Rojhilata Navîn dide diyarkirin. Me qala berxwedan û têkoşîna jinên Kurd kir, lê reha berxwedanê di jin û gelê Rojhilata Navîn de heye. Ew dayika Elewî ku dibêje hûn nikarin me tune bikin, erê berdêl tê dayîn lê baweriyekî jî dide diyarkirin. Dibêje em xwedî vê xakê ne û em ê her zindî bimînin. Di heman demê de dayîka Durzî di wê temenê de wê cesaretê nîşan bide, çek bide dest xwe û li hemberî çeteyên hov xaka xwe biparêz e, gelê xwe biparêz e, jinan biparêz e, bi rastî pir pîroz e. Di kesayeta wê dayîkê de jî, jinên ku di vê pêvajoyê de hatin şehîdxistin, şehîdên berxwedana jinan e, ew dayîk sembola têkoşîna beranberî zilma DAIŞ’ê ye. Ew bermahiyên DAIŞ’ê ne. Ev berxwedan tiştekî pir pîroz e. Jinên Sûriyeyê ji berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêz girtin. Di kesayeta YPJ’ê de hêz girtin. Lê mixabin di demê de xwe rêxistin nekirin, niha berdêlê wê didin. Niha rola YPJ’ê û pêşengên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikeve pêş. Divê em xwe bigihînin jinên pêkhateyên din.

-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê pêvajoyê de erk û mîsyona dikeve ser milê tevgerên jinan çi ne?

Niha barê wan girantir e. Berê di çarçoveya parastina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kar dihat meşandin. Niha li Sûriye rewşek nû heye. Di rastiyê de komên duvikên DAIŞ’ê bûn anîn ser desthilatê. Ev hişmendî niha xetereyek pir mezin ji bo jin û civakê çêdike. Ji bo Sûriyeyek demokratîk were avakirin, erê destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir girîng e, divê ev pêşengiya jin a li wir li tevayî Sûriyeyê were belavkirin. Pêwîst e mafên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di makezagona nû de werin mîsogerkirin.

-Rêber Abdullah Ocalan dibêje eger ’ez derbikevim ez ê herim di komînekî de xebatê bidim meşandin’, hêviyê we çi ne?

Her kes dibêje, dema pêvajo çêbû em ê herin di mala xwe de rûnin. Tiştek wisa nabe, em şoreşger in. Em ê di nava gelê xwe de kar bikin, erkê me yê şoreşgerî hîn zêdettir dibe. Perwerdekirin, avakirina komînan, civaka demokratîk avakirin, parastina wê erkê me zêdetir dibe. Em fêrî çiya bûne, têkiliya me bi gel re heye, lê ji bo di nava civakê de karkirin hîn zêdetir hêzê dixwaze.

(bb)

ANHA