'Ji bo bidawîkirina tundî û paşgukirinê divê destûreke hebe ku hemwelatîbûna wekhev e'

Nivîskarê Kurd Asim Emîn diyar kir ku Sûriyeyê di rewşeke aloz û tevlihev de ye ku mafên pêkhateyên olî û etnîkî ji ber nebûna edaleta veguhêz û zêdebûna zimanê nefretê bi, têne çeiwsandin. Emîn da zanîn ku aramiya siyasî û civakî bêyî hesabpirsînê û avakirina destûrek berfireh, nayê bidestxistin.

'Ji bo bidawîkirina tundî û paşgukirinê divê destûreke hebe ku hemwelatîbûna wekhev e'
4 nîsan, 2026   08:25
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Nivîskarê Kurd Asim Emîn li ser rewşa mafên pêkhateyên olî û etnîkî li Sûriyeyê, rewşa ewlehiyê ya welêt û awayên çareseriyek siyasî bersiva pirsên ajansa me da.

HÛN REWŞA HEYÎ YA MAFÊN MIROVAN LI SÛRIYEYÊ ÇAWA DINIRXÎNIN?

Wekî çavdêrekî, nêrîna min ew e ku rewşa siyasî û leşkerî ya heyî li Sûriyeyê dikare wekî zayînek dîrokî ya çewt were binavkirin, ji ber ku ew bi mantiqa dîrokê û qanûnên pêşkeftina civakî ya mirovan re nakok in. Ne gengaz e ku li ser mîrateya komkujî û wêrankirina sîstematîk a ji sala 201'an û vir ve aramiya siyasî an civakî ya domdar were avakirin.

Nedîtina êşa qurbaniyan, paşguhkirina hesabdayînê û nebicîhanîna edaleta veguhêz astengiyeke bingehîne e ku rê li ber her pêşketineke neteweyî digire. Dewletek rastîn nikare li ser xirabeyên zulmê were avakirin. Bi înkarkirina birînan başbûn çênabe, lê bi dermankirina wan bi pêvajoyên edaleta veguhêz a bi bandor tê pêkanîn.

Ji ber nebûna bingehên dewletek rastîn, siberoja mafên pêkhateyên olî û etnîkî yên heyî li Sûriyeyê bi gefek hebûnî ya rastîn, nezelal û tevlihev re rû bi rû ye. Bi taybetî ji ber zêdebûna zimanê nefretê û tekfîrî ya ku ji hêla komên ku îdia dikin ku "piraniya mezhebî" temsîl dikin. Ev kiyaar ne tenê nefretê belav dike, lê di heman demê de bingeha çandek qirkirinê û guhertina demografîk jî datîne. Ji ber vê yekê, her axaftina li ser veguherîna siyasî eger ne li ser bingeha destûrek berfireh be ku cihêrengiya Sûriyeyê diparêze, dê tenê xeyale û xapandinek siyasî be.

GELO ZEHMETIYÊN KU HIN PÊKHATE DIŞÎNIN, BÛYERÊN TAKEKESÎ E YAN JÎ KIRYARÊN SISTEMTÎK IN?

Bi nêrîna min sedema kûr a vê pirsgirêkê ew e ku hişmendiya îdeolojîk a mezhebî û neteweperest a giştî serdest bûye. Li vir, em nikarin rola girîng a ku Partiya Baas a şovenîst û amûrên wê yên îstîxbaratê bi dehsalan lîstine ji bîr bikin. Vê pergalê bê westan xebitî da ku mîrateyek dûrxistin û tundrew di çanda desthilatdariya Sûriyeyê de biçîne.

Ev raman veguherî amûrek ji bo kontrolkirin û parçekirina civakê. Ev mîrata çandî û siyasî ya înkarkirin û xayinkirina yên din, rê li ber mezinbûna van binpêkirinên îro vekiriye. Tundiya heyî ne tenê berhema vê demê ye; berevajî vê, ew berhema perwerdehiyek despot e ku îdeolojiya teng li ser hemwelatîbûna berfireh daye pêş.

LI GORÎ BELGEYÊN WE, KÎJAN ALÎ JI VAN BINPÊKIRINAN HERÎ ZÊDE BERPIRSIYAR IN?

Ez bala xwe didim raporên mafên mirovan ên navneteweyî û raporên Neteweyên Yekbûyî ku bi zelalî beşdariya gelek aliyan di binpêkirinên giran de nîşan didin, ev binpêkirin dibe ku bibin sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê.

Ev alî endamê hikumet û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ne. Her wiha komên çekdar ên herêmî û eşîrî, endamên girêdayî rêxistin û komên tundrew ên ku bûne beşek ji desthilatdariya rejîma heyî.

GELO DI ASTA HEDEFGIRTINÊ DE CÛDAHIYEK HEYE?

Erê, bê guman cûdahiyek eşkere di şêwaz û astên hedefgirtin û kuştina sîstematîk de heye.  Ev jî dibe sûcên şer ên li dijî komên cûda yên Sûriyeyê, wek Elewî, Durzî, Kurd û Xiristiyan. Hin kom ji ber sedemên siyasî yên têkildarî rewşa wan di pevçûnê de têne hedefgirtin, hinên din jî ji ber sedemên etnîkî, olî an jî erdnîgarî têne hedefgirtin. Mînakî, Kurd bi pirsgirêkên têkildarî nasnameya xwe ya neteweyî û rêveberiya herêmên xwe re rû bi rû dimînin, lê Xiristiyan bi tirsa kêmbûna demografîk û gefên hebûnî dijîn.

Elewî, tevî ku hin ji wan bi avahiya desthilatdariya heyî ve girêdayî ne, lê êşa vê pevçûna dikişînin. Durzî pir caran hewl didin ku bêalîbûnê biparêzin, lê ew ji zextê bêpar nînin. Ev cihêrengiya di şêwazên hedefgirtinê de xwezaya tevlihev a pevçûnê nîşan dide, ku tê de siyaset û nasname bi hev ve girêdayî ne.

JI BER ZEHMETIYA GIHÎŞTINA HIN DEVERAN, EV BINPÊKIRIN HETA ÇI RADEYÊ BI RASTÎ HATINE BELGEKIRIN?

Pêvajoya belgekirina binpêkirinan li Sûriyeyê bi dijwarî û astengiyên girîng re rû bi rû ye, ya herî girîng gihîştina sînorkirî ya deverên pevçûnê, xetereyên xebata meydanî, û zextên li ser şahidan. Gelek rêxistin xwe dispêrin çavkaniyên herêmî û torên nefermî, wekî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û rêxistinên din ên mafên mirovan ên Sûriyeyê yên li hundir û derveyî welêt, ev jî berfirehî û rastbûna daneyan sînordar dike.

DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ LI SÛRIYEYÊ ÇI TEDBÎRAN BIGIRE?

Civaka navneteweyî bi ezmûnek rastîn a exlaqî, qanûnî û mirovî re rû bi rû ye. Gelo ew dikare ji pêvjoyan daxuyaniyên fedyok û şermezarkirinên siyasî derbasî girtina tedbîrên berbiçav ji bo parastina sivîlan bibe. Gavên ku tên westin, xurtkirina mekanîzmayên hesabpirsîna navneteweyî, piştgirîkirina insiyatêfên mafên mirovan ên serbixwe,  zexta dîplomatîk û aborî li ser sûcdaran e.

Her wiha piştgiriya çareseriyên siyasî yên berfireh ji bo çareserkirina sedemên bingehîn ên krîzê girîng in. Ango ji parastina rasterast wêdetir diçe dibê ji nû ve saziyên ku dikarin mafên hemî koman garantî bikin werin avakirin. Di vê çarçoveyê de, hêzdarkirina civaka sivîl dibe amûrek girîng; bêyî wê, bandora hewldanên navneteweyî dê sînordar bimîne.

GELO NÎŞANÊN BAŞBÛNÊ HENE, AN JÎ XETER HÎN JÎ ZÊDE DIBIN?

Daneyên heyî nîşan didin ku rewşek "îstîqrara sist", heye ku dibe ku bibin sedema şoreşên nû an şerên navxweyî, ji ber ku rewş û çarenûsa gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan hîna ne zelal e. Tevî kêmbûna pevçûnên leşkerî, lê ev nayê wateya başbûnek bingehîn a mafên mirovan û şert û mercên hebûnî yên komên cûda de. Ev yek dihêle ku pergala siyasî ya siberojê ya Sûriyeyê nezelal be û ji bo gelek îhtîmalan vekirî.

Sedemên arîşeyê berdewam dikin, ji dabeşbûnên siyasî û nasnameyê bigire heya krîzên aborî yên dijwar û nebûna edaleta veguhêz. Di vê navberê de, xetereyên şoreşek nû û şerê navxweyî zêde dibin.

Ji ber vê yekê, dikare were gotin ku rewş hîn neketiye qonaxa başbûnê, lê belê rewşek hevsengiyê hişyariyê heye, ku dibe ku di her kêliyê de hilweşe.

(k)

ANHA