Aldar Xelîl: Sûriye divê demokratîk be û hemû pêkhate tê de bi azadî bijîn

Aldar Xelîl diyar kir ku ev pêvajoya niha dê çarenûsa siberoja Sûriyeyê diyar bike. Xelîl bang li her kesî kir ku "Nêrînên hev bibihîsin û guhdar bikin û girîngiyê bidin ramanên demokratîk ên ku daxwaza wekhevî, edalet û azadiyê dikin.”

Aldar Xelîl: Sûriye divê demokratîk be û hemû pêkhate tê de bi azadî bijîn
13 kanûn, 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk Aldar Xelîl der barê geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê yên piştî hilweşîna rejîma Baasê, siberoja Sûriyeyê û herêmê de axivî.

`ŞOREŞA AVAKIRINÊ DEST PÊ KIR`

Der barê çûyîn û hilweşîna rejîma Esed de Xelîl diyar kir ku ev destpêka pêvajoyeke nû ya şoreşê ye û got: "Çûyîna rejîma Beşar Esed û Partiya Baasê tê wateya destpêka rûpeleke nû di dîroka Sûriyeyê de, lê ev nayê wê wateyê ku şoreş bi dawî bûye, berovajî wê, şoreş di serdema avakirinê de ye. Qonaxa avakirina rejîmeke nû, destpêka qonaxeke nû ye. Ji ber vê yekê, dema ku rejîm here, ev nayê wê wateyê ku şoreş bi dawî bûye, lê ew pêngava yekem e ji bo bidestxistina şoreşê.

Divê Sûriyeya nû demokratîk be ku hemû pêkhate tê de bi azadî bijîn; xwe, dîroka xwe û rastiya xwe ji aliyê ziman, dîrok, çandî û siyasî, hunerî, civakî û hemû aliyên din de bînin ziman.”

‘RÊVEBERIYA XWESER SÛRIYEYÊ JI PARÇEBÛNÊ DIPARÊZÊ’

Xelîl her wiha got: "Tecrubeya me heye û projeyeke me heye ku me di sala 2011’an de dest pê kiriye û me di destpêka sala 2014’an de sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir. Di ser damezirandina vê rêveberiyê re zêdetirî 10 sal derbas bûne û wek nimuneyekê tê dîtin; nimûneya çareseriya Sûriyeyê. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tu niyeta cudabûna ji Sûriyeyê nîn e. Lê jiyana beşdariyê diçespîne û regezên wê jî regezên neteweya demokratîk in, ew jî tê wateya ku hemû pêkhate bi hev re bi dadmendî û wekhev bijîn.

Di projeyên din de metirsî û tirsa parçebûnê Sûriyeyê heye, lê projeya Rêveberiya Xweser me ji metirsiyên parçebûnê dûr dixe, her wiha em bingehên yekrêziyê li Sûriyeyê bi hêz dikin. "

‘NE TENÊ TEHRÎR EL ŞAM, LI SÛRIYEYÊ HÊZÊN DIN JÎ HENE’

Der barê têkiliyên li gel Heyet Tehrîr El Şam de Aldar Xelîl got: "Heyet Tehrîr El Şam li Şamê ye, lê ne bi tenê ye, hêzên çalak û bibandor li ser erdê li Sûriyeyê hene. Tiştê ku niha li Sûriyeyê diqewime hevgirtina hemû hêzan e, lê niha yê ku li pêşiyê ye Heyet Tehrîr El Şam e.

Der barê peywendiyan de jî, niha bi rêya aliyên din û bi rêyên nerasterast hewlên pêşxistina van peywendiyan hene, lê ez hêvî dikim ku bigihêjin asta ku em bikarin rasterast dan û standinê bikin û gotûbêjan bikin ku dê alîkariya pêşxistina çareseriyê bikin û çareserkirina piraniya pirsgirêkên li Sûriyeyê.”

‘EM NAKEVIN NAKOKIYÊN DESTHILATDARIYÊ`

Xelîl wiha dewam kir: "Niha li ser erdê gelek alî û kom hene û ez ditirsim ku nakokî û şerê desthilatdariyê di nav wan de derkeve ku dibe ku Sûriye ber bi şerê navxweyî û nakokiyên navxweyî ve bibe. Têkoşîna ji bo desthilatdariyê pir neyînî ye, rêgeza me ya bingehîn ew e ku em nekevin nakokiyên desthilatdariyê, lê em giraniya xwe didin ser avakirina Sûriyeyeke demokratîk. "

GELÊ ŞEHBAYÊ JI KOMKUJIYÊ HATE RIZGARKIRIN

Aldar Xelîl behsa koçberbûna gelê Şehbayê kir û wiha got: “Di destpêkê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hewl da korîdoreke ewle veke ku bigihêje Şehbayê, ji bo ku gelê me li wir rûbirûyî komkujiyan nebe. Lê dema ku hêzên li Helebê hilweşiyan û Rûsya û hêzên leşkerî ji wê herêmê vekişiyan û hevsengiya hêza leşkerî guherî, wê demê QSD'ê nekarî korîdora ewle ji Şehbayê re veke. Em ketin nava fikarên ku ger di navbera Şehba û herêmên rojhilatê Firatê de korîdoreke ewle nebe. Ev tê wê wateyê ku li Şehbayê li dijî gelê me komkujî û hovîtî bên kirin. Biryar hat dayîn ku gelê me yê li wir ji komkujiyan were rizgarkirin. "

‘BENDAVA TIŞRÎN SAMANEKE NETEWEYÎ YE’

Aldar Xelîl da zanîn ku bendava Tişrînê samaneke neteweyî ye û wiha pê de çû: “Bendava Tişrînê samaneke niştimanî ye. Nabe ku komek an aliyek taybet bendavê kontrol bike, ji ber ku ew bendav ya hemû sûriyeyiyan e. QSD heta îro wê bendavê diparêze, ji ber ku tu bandora rejîmê tune bû û dewleteke têkçûyî hebû, lewma QSD`ê û Rêveberiya Xweser ev serweta nîştimanî parast û bendav bi kar anî da ku navçeyên cîran bikarin sûdê ji elektrîkê wergirin, her wiha ji bo çandinî û avdaniyê.

Lê di vê rewşa nû de ya herî baş ew e ku ev bendav bi rêveberiya ku dê li seranserê Sûriyeyê kar û baran bi rê ve bibe ve girêdayî be. Divê bendav weke milkekî neteweyî be û di destê aliyekî diyar de nemîne. Ji ber vê yekê QSD’ê di van salan de erka xwe ya dîrokî bi cih aniye û di mijara bendavê de tu niyeta wê nîn e. Em hemû wek partî, wek rêveberî û wek aliyên li ser erdê hene, piştgiriyê didin ku ev bendav girêdayî rêveberiya ku dê di Sûriyeya nû de erkên hikumî û îdarî bigire ser milê xwe û em qebûl nakin ku aliyek taybet bendavê kontrol bike."

Aldar Xelîl her wiha behsa samanên din ên herêmê kir û wiha dewam kir: "Çavkaniyên nîştimanî li herêmê hene, wek petrol, av, bendav û çandiniyê û ev hemû jêderên nîştimanî ne. ji ber ku rejîm bi me re ne alîkar bû û nêzîkatiyên wê ne diyar bûn, me nikarî van dewlemendiyan bi Şamê re parve bikin, ji ber ku rejîma serdest li Sûriyeyê ev tişt nedipejirand.

Lê di qonaxa bê de, em hemû dikarin di diyarkirina rêbaz û mekanîzmaya hilberîn, veberhênan û pêşxistina van sazî û samanên neteweyî de û çawaniya xistina wan di xizmeta hemû gelê Sûriyeyê de hevkariyê bikin. Helbet piştî lihevkirin û diyalogê li ser rêbaz û şêwaza peywendiyên di navbera Şamê û herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de. Wek mînak, dê budçeya giştî ya welat çawa be û çawa bê belavkirin, navê Sûriyeyê dê çi be, her wiha serweriya rêveberiyê. Em ji hemû çareseriyên ku dikarin çareseriya demokratîk li Sûriyeyê pêk bînin, vekirî ne.”

‘PÊVAJOYA NIHA ÇARENÛSA SIBEROJA SÛRIYEYÊ DIYAR DIKE’

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl di dawiya de got: "Pêvajoya ku em tê de dijîn, ew ê çarenûsa siberoja Sûriyeyê diyar bike, li gorî tişta ku em ê van rojan bikin. Lewma ez bang li her kesî dikim nêrînên hev bibihîzin û guhdar bikin û di serî de girîngiyê bidin ramanên demokratîk ên ku daxwaza wekhevî, edalet û azadiyê dikin. "

(k)