‘Em dev ji daxwaza xwe ya yekane bernadin’

Şêniyên navçeya Amûdê got bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka tevahî azadîxwazan e û diyar kir ku divê her kes xwedî li fikrên wî derkeve û çi ji wan tê xwestin bikin.

‘Em dev ji daxwaza xwe ya yekane bernadin’
17 nîsan, 2024   02:35
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke mutleq ji aliyê desthilata Tirk ve li girava Îmraliyê tê meşandin. Ji 25`ê Adara 2021`an ve tu agahî jê nehatine girtin. Ne malbat û ne parêzer nikarin wî bibînin. 

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember van sûcên dewleta Tirk a dagirker û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi fikar e.

Şêniyê bi navê Mihemed Seîd Ferso yê ji navçeya Amûdê got: "Desthilata Tirk Rêberê me xistiye tecrîdeke mutleq. Ji ber ku ditirse fikr û felsefeya wî bibe jêdera îlhamê ji bo gelên bindest û yên azadîxwazin û ji cîhanê re bibe minare."

‘EM DEV JI DAXWAZA XWE YA YEKANE BERNADIN’

Ferso wiha domand: "Em bêwestan dadikevin qadan û xwepêşandanan û civînan li dar dixin ji bo ku vê tecrîdê şermezar bikin. Em ê teqez dengê xwe bigihînin rêxistinên hiqûqî yên têkildarî mafên mirovan ku me hêviya xwe ji wan biriye. Ji ber ku nikarin mafên insanan biparêzin û tenê li sûcên li dijî mirovan tên kirin, temaşe dikin û ti helwestekê nîşan nadin. Em dikarin bêjin ku şirîkên dewleta Tirk in."

Ferso ev li gotinên xwe zêde kir: "Heta dawiyê, em ê banga azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bikin. Em dev ji vê daxwaza me ya yekane bernadin. Dewleta Tirk nirxên xwe yên exlaqî û mirovî ji dest dane. Jilewra divê gelên xwedî li fikrê Rêbertî derketine, heta azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin, tê bikoşin."

Di dawiyê de Ferso diyar kir ku ew serî ji kiryarên dewleta Tirk a faşîst re natewînin û dê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

‘DIVÊ EM LI GORÎ BERPIRSYARIYA KU RÊBER ABDULLAH OCALAN DAYE ME BIN’

Şêniya bi navê Îlham Hisên jî got: "Divê ciwan û dayîkên gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin, ji ber ku wî jin ji koletiyê xilas kir. Ev li ser milê me erk e. Nabe em serî bitawînin yan jî dev ji doza wî berdin."

Îlham destnîşan kir ku bi destxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erk û daxwaza azadîxwazan û demokratan e û wiha pê de çû: "Xwedî derketina li Rêber Abdullah Ocalan xwedîderketina li hebûnê ye. Ji ber wê divê her kes li dora fikrê wî bicivin."

Her wiha Îlham balkişand ser projeya neteweya demokratîk, yekitiya gelan, wekheviya di navbera her du zayendan de û got: "Lewma divê jin li gorî berpirsyariyê be ku Rêber Abdullah Ocalan daye wê."

Şêniya bi navê Salihe Mistefa jî tecrîd şermezar kir û wiha domand: "Ev çend sal e ku dewleta Tirk a dagirker û faşîst, tecrîdê li ser Rêberê me ferz dike. Nahêle parêzer û malbat wî bibînin û rewşa wî nas bikin. Ew wisa xeyal dike ku bi qutkirina agahiyan ji wî, em ê wî ji bîr bikin. Lê ev xeyala wê ne pêkan e pêk were. Ji ber ku em bi mereq li benda agahiyekê ji Rêberê xwe ne. li benda wê rojê ne ku wî bibînin. Ev xewn ji bîra me naçe û vîn û berxwedana me zêdetir dike."

Salihe Mistefa di dawiyê de got: "Em ê bê westan tê bikoşin û li qadan bin û çalakiyan li dar bixin ji bo ku dengê xwe bigihînin rêxistinan ku xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêberê me ker, kor û lal kirine."

(şx)

ANHA