Çarşema Sor li Tirbespiyê hat pîrozkirin

Y.J.Ê.Rˊê sersala Êzidî li navçeya Tirbespiyê pîroz kir.

Çarşema Sor li Tirbespiyê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Tirbespiyê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Tirbespiyê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Tirbespiyê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Tirbespiyê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Tirbespiyê hat pîrozkirin
16 nîsan, 2024   20:38
QAMIŞLO

Li gorî salnameya rojhilatê sibe Çarşema Sor e. Bi vê boneyê Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) li hola Roj a Tirbespiyê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de pêkhateyên navçeyê, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî, Rêveberiya Xwseriya Demokratîk û Kongra Star beşdar bûn.

Di şahiyê de endama rêvebera Y.J.Ê.Rˊê Hediye Şemo cejna Çarşema Sor li hemû şervanên azadiyê û civaka Êzidî pîroz kir û destnîşan kir ku dijminên civaka Êzidî hewl da wan qir bikin û komkujiyan li dijî wan pêk bînin, lê belê tevî wê jî wan dev ji kultûr, dîrok û xaka xwe berneda û ji bo wan fedakarî kir.

Endama rêvebera Kongra Star Îbtîsam Elî cejna Çarşema Sor pîroz kir û destnîşan kir ku jiyana hevbeş berhema fedakarî û têkoşîna şehîdan e û got: "Cejnên me yek in û em ê hemû cejnan bi hezkirin û aştiyê pîroz bikin."

Piştre koma şehîd Serhed stran pêşkêş kirin, koma şehîd Rêwan govendên folklorî û koma şehîd Zîlan stran pêşkêş kirin.

Her wiha hunermend Zendîn Omer stranên folklorî yên Êzidî pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

(mh)