`Em  dê têkoşîna heqîqetê bidomînin`

MKG û DFG'ê bi çalakiyekê li Êlihê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadin yên ku li Silêmaniyê hatin kuştin bi bîr anîn. Di bîranînê de wiha hat gotin: "Ew ji ber ku jin bûn, ji ber ku Kurd bûn, ji ber ku li ser rêya heqîqetê sekinîn hatin kuştin."

`Em  dê têkoşîna heqîqetê bidomînin`
23 tebax, 2025   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo rojnamevan Hêro Bahadin û Gulîstan Tara, yên ku li navçeya Seyîdsadik a Silêmaniyê, li Herêma Başûrê Kurdistanê, di êrîşeke balafira bê mirov a dewleta tikr de di 23' Tebaxa 2024'an de hatin kuştin, ji aliyê Momeleya Rojnamegerên Jin aMezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG)  ve  li şaxa Êlih Petrol-İş bîranîn hat lidarxistin

Malbata Gulîstan Tara, hevkarên rojnamegeran, Komeleya Piştgirî, Yekîtî û Çandê ji bo Malbatên ku Xizmên Xwe li Derguşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Li hola çalakiyê, wêneyên Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn, digel qurnefîlên li kêleka wan hatine danîn, bal kişandin, her wiha pankartên bi nivîsa "Jin jiyan azadî" û "Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin" hatin daliqandin.

Bîranîn bi kêliyek bêdengiyê ji bo rojnamegerên hatin kuştin dest pê kir.

Vîdyoyek li ser têkoşîna Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jî hate nîşandan.