El Xeznewî: Pêwîst e piştgirî ji bo tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê dayîn

Şêx Murşid El Xeznewî diyar kir ku wî duh serdana ENKSˋê kiriye û wê jî destnîşan kir ku ew ê di demeke nêz de bi Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mezlûm Ebdî re bicivin. El Xeznewî got, "Pêwîst e hest, hewldan û piştgiriya gelê me ji bo vê tifaqiya ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye be."

El Xeznewî: Pêwîst e piştgirî ji bo tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê dayîn
El Xeznewî: Pêwîst e piştgirî ji bo tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê dayîn
El Xeznewî: Pêwîst e piştgirî ji bo tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê dayîn
El Xeznewî: Pêwîst e piştgirî ji bo tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê dayîn
El Xeznewî: Pêwîst e piştgirî ji bo tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê dayîn
El Xeznewî: Pêwîst e piştgirî ji bo tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê dayîn
El Xeznewî: Pêwîst e piştgirî ji bo tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê dayîn
El Xeznewî: Pêwîst e piştgirî ji bo tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê dayîn
El Xeznewî: Pêwîst e piştgirî ji bo tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê dayîn
22 kanûn, 2024   18:52
QAMIŞLO

 Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, ji aliyê Şêx Murşid El Xeznewî ve li ser mijara geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdî, semînerek hat dayîn.

Di semînerê de rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, helbestvan, endam û rêveberên saziyên civakî û gelek kesayetên serbixwe amade bûn.

Semîner piştî deqeyeke rêzgirtinê bi axaftina Şêx Murşid El Xeznewî dest pê kir.

Şêx Murşid El Xeznewî piştî ku bi xêrhatina mêvanan kir, diyar kir ku ew gelek kêfxweş e ku piştî bi dehan salan vegeriyaye Rojavayê Kurdistanê.

ElXeznewî destnîşan kir ku piştî 8’ê Kanûna 2024ˋan  li Sûriyeyê guhertinên nû çêbûne, lê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji zû ve rêveberî hatiye avakirin.

Şêx Murşid El Xeznewî bal kişand ser hilweşîna rejîma Baasˋê û got: “Şukir ji xwedê re ku me dît ew rejîma ku erdê me ji me disitand, nasnameya me ji me disitand, xewnê me li me dişikand, dixwest ku rûmeta me bi erdê re bike yek, keç û xortên me dixist zîndanên tarî, rejîma ku bi dehan kes ji me qetil kirin û şehîd xistin, hilweşiya.”

El Xeznewî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di rojên îro de dîroka sedsala nû tê nivîsandin û got "Di nexşeya sedsala nû de yan wê Kurd hebin, an jî wê nebin."

Der barê partiyên siyasî yên Kurdî de El Xeznewî da zanîn ku bi dehan salan ji bo xizmeta gel kar dikin û diyar kir ku partiyên siyasî yên Kurdî cihê qedir û qîmetê ne û wiha pê de çû: "Divê ev partî di vê pêvajoya dîrokî de nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin."

Şêx Murşid El Xeznewî axaftina xwe wiha domand: “Wexta ku rejîma Baasˋê xurt bû, zêde dengê me dernediket û ti hêviyên me yên ku em tiştekî bi dest bixin nebû. Me çavên xwe ji kêmasiyan re digirt û me digot bila hema hebûna partiyên me hebe ku heta roja xwe were. Me dît ji nişka ve ew roj hat. Lê wexta ew roj hat jî, mîna dîroka Kurdistanê parçe bûye, me dît ku Kurd mîna wê demê lê hatine. Divê partiyên siyasî yên Kurdî nehêlin ew dîrok dubare bibe. Divê lêvegerek yekrêziya neteweyî hebe. Ger General Mezlûm Ebdî banga yekîtiyê nekiribûya, wê xabata yekîtiyê bi ser neketibûya. Bi banga General Mezlûm Ebdî re hêzek û teqadek da me hemûyan da ku em yekrêziya mala Kurd ava bikin û pêwîst e kaxizeke siyasî ku derbikeve."

El Xeznewî da zanîn ku wî duh serdana Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) kiriye û destnîşan kir ku wê di demeke pir nêz de bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re bicivin.

Şêx Murşid El Xeznewî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e hest, hewldan û piştgiriya gelê Kurd ji bo vê tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye be.

(bm/fr)

ANHA