El Şeri fermandarekî HTŞ`ê kir wezîrê gumrikê

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri, fermandarekî berê yê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) wek wezîrê Desteya Giştî ya Bender û Gumrikê erkdar kir.

El Şeri fermandarekî HTŞ`ê kir wezîrê gumrikê
24 mijdar, 2025   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê biyarnameya bi hejmara 264’an derxist, di biryarnameyê de kesê bi navê Quteyba Ehmed Bedewî yê yek ji fermandarên berê yê HTŞ`ê ye û nêzîkî El Şeri ye, wek serokê Desteya Giştî ya Bender û Gumrikê bi pileya wezîr erkdar kir. 

Ev biryarname dê desthilta li ser Desteya Giştî ya Bender û Gumrikê têxe destê El Şeri. Ji ber ku li gorî biyarnameyê ev deste di hêla îdarî û darayî de serbixwe ye û rasterast bi serok ve girêdayî ye û navenda wê li Şamê ye.

Erkdarkirina vî kesî gelek pirsan li ser siberoja aboriya welêt derdixe holê.

QUTEYBA EHMED BEDEWÎ KÎ YE?

Quteyba Ehmed Bedewî ji bajarê Binişê yê li gundewarên Idlibê ye, di nava HTŞ`ê de pir navdar e, ew bi salan e fermandar e û bi nasnavê "El Muxîra Biniş" tê nasîn.

Wî di gelek cihên aborî û ewlehiyê de berpirsyarî kiriye, ew berpirsyarê kar û barên aborî yê HTŞ`ê bû li Idlibê û rêveberiya deriyên sînor kiriye. Yek ji kesayetên herî bi bandor bû û li herêmê wek "hûtê aborî yê Idlibê" tê nasîn.

(k)