Di rojnameyên erebî de stratejiya Îsraîlê, agirbesta li Sûdanê û veguhestina Tehranê

Rojnameyan nivîsî ku nêrîna Îsraîlê ya ewlehiyê ne tenê bi agirbesteke demkî ve sînordar e, lê stratejiyek berdewam e da ku serdestiya xwe xurt bike. Li Sûdanê redkirina agirbestê ji hêla hikumeta Burhan ve wek gaveke ji bo dirêjkirina şer hate nirxandin. Li Îranê jî pêşniyara veguhastina paytextê nîşana krîzeke mezin a desthilatê ye.

Di rojnameyên erebî de stratejiya Îsraîlê, agirbesta li Sûdanê û veguhestina Tehranê
24 mijdar, 2025   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser stratejiya ewlehiyê ya Îsraîlê, rewşa Sûdanê û pêşniyara veguhestina paytexta Îranê.

LUBNAN, HIZBULLAH Û ALOZÎ

Rojnameya El Şersq El Ewsat nivîsî ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu nêzîkatiyeke ewlehiyê ya li ser bingeha berdewamkirina tunekirina kesên ji bo Îsraîlê xetere ne, heta di dema agirbstê de jî, pêk tîne. Ew operasyonên xwe yên leşkerî wek "bersiv"ên li dijî binpêkirinên aliyê din ve şîrove dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev nêzîkatî li Xezayê û Lubnanê bi awayekî zelal xuya bû û di êrişa dawîn a li taxên başûrê Beyrûtê de, li dijî Heysem Tabtabaî yê ji rêberên Hizbullahê, gihaşt lûtkeyê.

‘SÛDAN... REVA JI DÎROKÊ’

Rojnameya El Ereb biryara El Burhan a redkirina agirbesta dawîn bi tundî rexne kir û ev redkirin ne tenê wekî xwestekeke ji bo berdewamiya pevçûnê, lê di heman demê de wek stratejiyeke ji bo domandina bandora siyasî ya tevgera Îxwan El Muslimîn nirxand.

Rojnameyê destnîşan kir ku Plana Çaralî (Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Erebistana Siûdî, Misir û Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê) derfeteke girîng e ji bo rawestandina şer û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ku dibe sedema avakirina hikumeteke sivîl û dûre jî darizandina rejîma berê. Lê hikumeta El Burhan dixwaze şer berdewam bike da ku van pirsgirêkan veşêre û tevgera îslamî neyê darizandin.

‘VEGUHASTINA PAYTEXTA ÎRANÊ: JI BER BERJEWENDIYÊN SIYASÎ Û ABORÎ PÊDIVIYEKE LEZGÎN E’

Rojnameya El Nahar der barê pêşniyara veguhastina paytexta Îranê de nivîsî û diyar kir ku ev ne tenê pêşniyareke siyasî ya demkî ye, lê pêdiviyeke lezgîn e, ji ber krîzên jîngehê, civakî û aborî yên li bajêr, her wiha qirêjiya hewayê, qerebalixa trafîkê, zêdebûna nifûsê û kêmbûna avê.

Rojname balê dikişîne ser vê yekê ku hinek berjewendiyên navxweyî - siyasî û aborî – hene,  pêkanîna vê projeyê asteng dikin, ji ber ku hin alî ji rewşa heyî sûde werdigirin.

(k)