El Şeri dê beşdarî Foruma Davosê nebe

Rêveberiya Foruma Aborî ya Cîhanê ya Davosê ragihand ku Ehmed El Şeri dê beşdarî civîna wê ya salane nebe.

El Şeri dê beşdarî Foruma Davosê nebe
22 ÇILE, 2026   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamekî rêveberiya Foruma Aborî ya Cîhanê ya Davosê ji rojnameya Arab News re ragihand ku serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri dê beşdarî civîna salane ya forumê nebe ku biryar e vê hefteyê li Swîsreyê were lidarxistin.

Di vê navberê de komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişên li ser Rojava bedewam dike. Li hermber êrişan xwepêşandanên gel ên şermezarkirina êriş û binpêkirinên li dijî Kurdan zêde dibin, her wiha bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî tê rexnekirin.

(k)