DYA’yê hişyarî da: Neçin Sûriyeyê

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hişyarî li welatiyên xwe kir ku neçin paytexta Sûriye Şamê.

DYA’yê hişyarî da: Neçin Sûriyeyê
19 nîsan, 2025   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerkayê (DYA) ragihand ku nuqteyên rawastgehê yên turîsan jî di nav de, ew agahiyên têkildarî êrişên muhtemel ên li ser Sûriyeyê dişopînin û ji bo Sûriyeyê hişyariya seyahatê di asta 4’an de, ev jî tê wê wateyê ku ti kes seyahetê nekin.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bi bîr xist ku hişyariya seyahatê ya di vê astê de, ji ber rîskên girîng ên mîna “terorîzm, tevilheviya hundir, revandin, dîlgirtin, şerê çekdarî û binçavkirin” hatiye kirin û got, “Ti herêmeke Sûriyeyê divê li dijî tundiyê biewle neyê qebûlkirin.

Wezaretê ev hişyarî da, “Terorîst hîna li Sûriyeyê revandina mirovan, bombebaran û planên li ser êrîşên din, didomînin.”