81 roj di ser revandina Silêman Ehmed re derbas bûn

Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 81 roj e agahî jê nayên girtin. Hêzên PDK’ê nahêlin parêzer na jî malbat hevdîtinê pê re bike.

81 roj di ser revandina Silêman Ehmed re derbas bûn
13 ÇILE, 2024   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Silêman Ehmed 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 81 roj e agahî jê nayên girtin.

Hefteyekê piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê îdia kiribû ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed “ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye”. Silêman Ehmed nêzî 5 sal e di beşa erebî ya Rojnewsê de dixebite.

Hikumeta Başûrê der barê rewşa rojnamevan Silêman Ehmed de heta niha agahiyek nedaye.

Herî dawî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadgeriyê dabû. Dadger ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin. Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadger.