DYA’yê 13 êriş li dijî baregehên Hûsiyan pêk anîn

DYA’yê li parêzgeha Seîda ya Yemenê 13 êriş li dijî baregehên Hûsiyan pêk anîn.

DYA’yê 13 êriş li dijî baregehên Hûsiyan pêk anîn
30 adar, 2025   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televîzyona El Mesîra ya ser bi Hûsiyan ve, balafirên artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li parêzgeha Seîda ya li bakurê Yemenê 13 êriş li dijî baregehên Hûsiyan pêk anîn.

Hate diyarkirin ku navçeyên Ketaf, Al Salim, Sehar û hin deverên li rojhilatê Seîdayê hatine hedefkirin.

Hêzên DYA’yê hefteya borî operasyoneke leşkerî li dijî Hûsiyan dabû destpêkirin.

(bb)