DYA û Îranê carek din lihev xistin

Amerîkayê ragihand ku Îranê êrişî keştiyên bazirganiyê kiriye lewma wan li dijî Îranê gelek êrîşên xurt daye destpêkirin. Li aliyê din Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê jî ragihand wan wek bersiva êrişan, li dijî 85 baregehên leşkerî yên Amerîkayê êriş pêkanîne.

DYA û Îranê carek din lihev xistin
8 tîrmeh, 2026   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navbera DYA û Îranê êrîşên beramber pêk hatin. Televîzyona Dewletê ya Îranê diyar kir ku li bajarê Bender Abbas û Sirikê ya nêzî Tengava Hurmuzê, dengên teqînan hatin bihîstin.

Artêşa DYA’yê jî daxuyanî da û îdîa kir ku Îranê keştiyên bazirganiyê hedef girtiye, lewma li dijî Îranê gelek êrîşên xurt daye destpêkirin. CENTCOM’ê diyar kir ku Hêzên Fermandariya Navendî ya DYA’yê li dijî Îranê ku “muretebata sivîlan hedef girtiye”, gelek êrîşên hewayî da destpêkirin û got; “Êrîşkariya Îranê ne di cih de ye, xeter û binpêkirina eşkere ya agirbestê ye.”

Weke bersiva êrîşên DYA’yê, Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê jî diyar kir ku 85 nuqteyên leşkerî yên DYA’yê hatine hedefgirtin û destnîşan kir ku balafireke bêmirov a MQ-9 ku hewl dida mudaxeleyî operasyonê bike, hate xistin.

Muxafizên Şoreşê got; “Artêşa DYA’yê îro heta siharê li peravên Mahşehr û Eyaleta Hurmuzganê li dijî baregeh û stasyonên sivîl êrîşa hewayî pêk anî, agirbest bi eşkere binpê kir û Peymana Îslamabad binpê kir.”