Teqînên li Şamê rojeva sereke ya medyaya Erebî bû

Teqînên li Şamê, bi taybet di dema serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron de, di medyaya Erebî de şîroveyên cûrbecûr derxistin holê. Lêbelê, hemû şîroe li ser yek nêrînê li hev kirin ku êriş pirsên li ser siberoja aramiya li Sûriyeyê û bandorên wan li ser vebûna siyasî û aborî derdixin holê.

Teqînên li Şamê rojeva sereke ya medyaya Erebî bû
8 tîrmeh, 2026   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Teqînên Şamê di medyaya Erebî deng veda, ku şîroveyên cihêreng ên paşxane û peyamên wan derketin pêş.

PEYAMÊN EWLEHIYÊ KU ŞAMÊ DERBAS DIKIN

Rojnameya El Nahar behsa bandora 2 teqînên ku di dema serdana Serok Macron de li Şamê qewimîn kir û diyar kir ku armanca sereke ne dayîna qurbaniyên giran bû, lê şandina peyamek siyasî û ewlehiyê bû.

Rojname nivîsî ku hilbijartina cih û dema her du teqînan, nêzîkî rêya rêwîtiyê ya Macron, peyam ji rayedarên Sûriyeyê, Fransa, welatên Ewropî û veberhêneran re şandiye, ku nîşan dide ku paytexta Sûriyeyê hîn jî ji bo binpêkirinên ewlehiyê xeternak e, tevî hewldanên ku wê wekî hawîrdorek ewle ji bo vekirîbûn, veberhênan û ji nû ve avakirinê nîşan bidin.

ARAMIYA SÛRIYEYÊ BI CERIBANDINEK EWLEHÎ Û SIYASÎ RE RÛ BI RÛ YE

Rojnameya El Erebî El Cedîd behsa dema teqînên li Şamê û cihên wan ên hedefgirtî kir, ku girîngiya siyasî tê de heye. Teqîn di demekê de pêk hatin ku desthilat hewl dide bo xurtkirina aramiyê hin gavan bavêje, wekî temamkirina avakirina Meclîsa Gel.

Rojname destnîşan kir ku bandora van teqînan ji windahiyên mirovî wêdetir diçe, ew teqîn li dijî wêneya aramî û hawîrdora pêwîst ji bo kişandina veberhênan û ji nû ve avakirinê bû. Her wiha diyar kir ku eger desthilat karibe sûcdaran bibîne û tedbîrên xurt ên ewlehiyê pêk bîne, ev yek dê bibe sedema vegerandina baweriya welatiyên Sûriyeyê û civaka navneteweyî.

GIRÊDANA DI NAVBERA DÎMENA TRABLUSÊ Û ARÎŞEYA EWLEHIYÊ YA LI ŞAMÊ

Malpera "Asas Media" nivîsî ku pêşwaziya Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Esed El Şeybanî, li Trablusa, Lubnanê, di çarçoveyek herêmî ya berfirehtir de pêk hat. Êdî  li ser rola Şamê di mijarên herêmî de, bi taybetî jî siberoja çekên Hizbullah de, şîroveyên girîng tên kirin.

Malperê diyar kir ku teqînên li Şamê dibe ku peyamên siyasî yên bi van veguherînan ve girêdayî bin û got dibe ku aliyên ku ji kêmbûna bandora wan zirar bûne, di serî de Îran, li pişt hewldanên bêaramkya Sûriyeyê ne.

(k)

ANHA