Li Şamê êrişa çekdarî; kesek hat kuştin

Di êrişa çekdarî ya li herêma Bab El Cabiye ya Şamê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Şamê êrişa çekdarî; kesek hat kuştin
15 nîsan, 2026   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li herêma Bab El Cabiye-Zuqaqa Derawîş li nêzî mizgefta Neqişbendî êrişeke çekdarî li dijî 2 kesan pêk hat. Di encamê de kesek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê.

SOHRˊê anî ziman ku hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê amade bûn, dorpêçeke ewlehiyê ferz kir, lê êrişkar reviya.

Ev sûc ligel zêdebûna rageşiya tundûtûjiyê li herêmên hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêk hat û di nava gel de metirsiyan çêdikin.

Li gorî amara SOHRˊê, ji destpêka Sibatê ve 146 sûc pêk hatine, di encamê de 163 kes di nav de 128 mêr, 11 zarok û 23 jin mirine.

(fr)