Duran Kalkan: Mizgîniyê hêvî da lêgerîna azadiyê tirs xist dilê paşverûtiyê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, destnîşan kir ku mizgîniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li gorî wateya Newrozê ye, hêvî daye lêgerîna azadiyê û tirs xistiye dilê paşverûtiyê. 

Duran Kalkan: Mizgîniyê hêvî da lêgerîna azadiyê tirs xist dilê paşverûtiyê
20 adar, 2024   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ku tevlî bernameya Medya Haber TV bû, têkildarî mizginiya ku NPG’ê beriya niha agahdariya wê kiribû û îro (20 Adar 2024) ragihand jî nirxandin kirin. 

Kalkan got, "Gerîla demeke dirêj bi wêrekî, fedakarî û afirîneriyê şer kir; her tim derbeyên giran lê da. Ji Cotmeh, Mijdarê û vir ve her meh operasyonên şoreşgerî yên mezin li dijî faşîzma AKP-MHP'ê çêkirin. Bêguman ev yek dibe asteke hîn bilindtir.

Fermandariya me ya Biryargeha Navendî got, ‘em mizgîniyê didin’. Mizgînî bi rastî jî li gorî wateya Newrozê bû. Coş û heyecana Newrozê hîn zêdetir kir. Her kes bi îradeya Newrozê re kir yek. Tirs berda dilê pavşerûtiyê, ew qehr kirin. Hêvî û heyecan da hemû kesên ku li azadiyê digerin.”

Nirxandine kalkan wiha ye:

HER KES DIKARE TEKNÎKÊ BI KAR BÎNE, JÊ WÊ DETIR JÎ DIKARE BÊ PEYDAKIRIN

Kalkan wiha berdewam kir Me berê ji faşîzma AKP-MHP'ê gotibû:“Hûn xwe dikin mijara bazarê, ji filan deverê piştgiriyê werdigirin, bi vê yekê êrîş dikin û vê yekê jî weke hêza xwe dibînin. We hin derfet dîtine, amûrên teknîkî dîtine, mîna çoyekî li hemberî gerîla bi kar tînin. Fuzeyên ewqasî mezin mîna fîşekekê berdide kesekî. bi gotina 'me lê da' pesnê xwe didin. Ev yek ne tenê dikeve destê we. Yanî ne tenê hûn dikarin vê bi kar bînin. Sibe hinekî din jî bi kar bîne, ku her kes dikare peyda bike û bi kar bîne, hingî hûn ê çi bikin? Bi daxuyaniya heyî ya HPG'ê re faşîzma AKP-MHP'ê gihîştiye wê asta ku me qalê kir. Wê demê divê mirov nebêje 'min wesayitek peyda kiriye, tenê ya min e' û kêfa xwe pê bîne. Her kes dikare wê bi kar bîne, jê wêdetir jî dikare peyda bike. Ya rast di vê mijarê de zêde gotin nîne ku bê gotin. Ya ku bê gotin ji xwe HPG dibêje, ya ku dibe para me pîrozkirina vê yekê ye. Hemû hêzen fermandar û şervanan ên HPG û YJA Starê, her eksên ku ev afirandine silav dikim, pîroz dikim. Bi navê rêveberiya partiya me. Serketinan ji wan re dixwazim.

Gerîla her tim ji me re bû hêvî, pêşengî kir. Timî hêvî da gel. Ji bo vê Newrozê jî hêvî xurt kir. Agirê Newrozê ne tenê li ser rûyê erdê, her wiha li ezmanan jî vêxist, tevkariyeke mezin li Newroza 2024'an kir. Eşkere ye ku têkoşîna azadiyê nîşand a çiqasî dikare xurt bibe, bi pêş bikeve, bi pêşengiya gerîla têkoşîn dikare bê biserxistin. Rastî ji xwe bi vî rengî bû, lê careke din nîşanî her kesî da. Eşkere bû ku pêşengiya gerîla pêşengiyeke lawaz nîne. Gel, ciwan û jinên Kurd bi xwedîderketina li gerîla şaşitî nekirin. Hişmendî û rêxistiniya azadiyê, nêzîkatiya serketinê ya bi têkoşîna gerîla re şaş nebû. Ne mijareke tenê pesindayinê jî bû, pozîsyona heyî ya gerîla rastiyeke. Berxwedana li Zap, Avaşîn û Metînayê, sekna lehengî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ya li dijî êrîşên faşîst, mêtinger û qirker ev rastî careke din raxist pêş çavan. Ji niha û pê ve jî wê dewam bike. Bila gelê me ji gerîla baş bawer bike, hîn bêhtir piştgiriyê bide, hêzê bide. Bi gerîla re hîn bêhtir bibe yek. Her ku rêbaza gerîla hîn bû, bû xwedî hişmendiya gerîla, rastiya gel a gerîlabûyî hate afirandin, em ê bi ser bikevin. Em ê lêgerîna xwe ya azadiyê, têkoşîna xwe, daxwazên xwe bi vê yekê pêk bînin. Em bi vê yekê zanibin, bawer bikin. Li ser vê bingehê xwedî li gerîla derkevin. Em xwe bikin gerîla. Ev çalakî, ev têkoşîn, ev lehengî vê yekê nîşan dide. Bi taybetî ji bo ciwanên Kurd nîşan dide ku ji bilî sekna azad a gerîlabûyî destketiyeke din nîne. Dibe hêza ber bi xwe ve dikişîne. Hişmendiyê dide ciwanan, rê li ber wan dixe. Em bibin gerîla, têbikoşin û bi ser bikevin."