‘Dema şehîd bibim li ser gora min binivîsin dest ji doz û welata xwe berneda’

Ji bo şehîd Mihemed Xelef merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. Hate diyarkirin ku şehîd Mihemed Xelef dema di şer de ji lingekî xwe bûye jî gotiye "Dema şehîd bibim li ser gora min binivîsin dest ji doz û welatê xwe berneda."

20 adar, 2024   15:13
QAMIŞLO

Ji bo şervanê YPG’ê şehîd Mihemed Girbawî (Mihemed Xelef) ku 18’ê Adarê ji ber nexweşiyê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li ber mala wî ya li gundê Girbawî yê Qamişloyê hat vedan. 

Bi sedan kes herikîn bin kon û sersaxî ji malbatê re xwestin. Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsîxan Gulo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û li çiyayên Kurdistanê li hemberî gef û êrişan li ber xwe didin. Me îradeya xwe ji têkoşîn û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girtiye."

Şemsîxan Gulo li hemberî êrişan banga yekitî û hevgirtinê kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî soza domandina xeta şehîdan da û wiha domand: "Em ê têkoşîna li ser xeta şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin heta civakeke azad û demokratîk ava bikin."

Di merasîmê de endama Kongra Star Fadiya Îsamîl jî bal kişand ser têkoşîna şehîd Mihemed û got: "Bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê re tev li refên têkoşînê bû. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û ji lingekî xwe bû. Ruxmî vê yekê jî heta roja şehadeta xwe dest ji têkoşînê berneda. Dema di şer de ji lingê xwe bû digot; eger şehîd bibim li ser gora min binivînin dest ji doza xwe û welatê xwe bernada, şehadeta ji bo welat ji bo min serbilindî ye."

(bb)

ANHA