Duhokiyan li pêşiya navenda vîzeyê ya Tirkiyeyê çalaki lidar xist

Şêniyên Duhokê li pêşiya navenda serlêdana vîzeyan a Tirkiyeyê kom bûn û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Duhokiyan li pêşiya navenda vîzeyê ya Tirkiyeyê çalaki lidar xist
20 ÇILE, 2026   04:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, girseyek qelebalix a gel li pêşiya navenda serlêdana vîzeyan a Tirkiyeyê kom bû û êrişên qirkirinê yên li ser Rojava şermezar kirin. 

Çalakvanan hêrsa xwe ya li dijî êrişan nîşan da û tabelaya li ser avahiyê ku ala Tirkiyeyê jî li ser bû hilweşand. 

(a)

ANHA