Duh li Sûriyeyê 12 hatin kuştin

Navenda Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) rahgihan ku duh, Çarşemê, li deverên cuda yên Sûriyê 12 kes hatin kuştin.

Duh li Sûriyeyê 12 hatin kuştin
27 hezîran, 2025   11:28
NAVEND NÛÇEYAN

Duh çarşemê 26`ê Hezîranê, li deverên cuda yên Sûriyê 12 kes hatin kuştin.

Li bajarê Hemayê welatiyek bi guleyên bêserûber ên ku ji bo pîrozkirina vegera hecîyekî hatine avêtin, hat kuştin. welatiyekî din ji eşîra El Wehb bi ji ber tîqîna  bermayên şer li çola El Suxnayê li rojhilatê Humsê, hat kuştin.

Li gundê Samid yê Swêdayê cenazeyê ciwanekî bi navê "Xidir" bi guleyê hatibû kuştin hate dîtin, di heman demê de ciwanekî din li Maarat El Numan li gundewarê başûrê Îdlibê ji ber birînek guleyê ya bêserûber hate kuştin.

Li bajarê Îdlibê, cenazeyê ciwanekî ji aliyê du çekdarên nenas ve hatibû kuştin hat dîtin. Du ciwanên Elewî jî li ser rêya di navbera Beyt Yaşût û herêma El Xab de bi gulebarana rasterast hatin kuştin.

Li Helebê, du endamên hêzên rejîma berê li taxa El Meşrqa ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuşitin. Li Hemayê, xortek piştî ku di pevçûneke di navbera du malbatan bi kêran birîndar bû, hate kuştin. welatiyek jî li ber Mizgefta Ebdulrehman Bîn Auf li taxa El Qusûr ji aliyê çekdaran ve, bi gulebarana rasterast hate kuştin.

Li Dêrazorê, welatiyek li bajarê El Meyadînê  piştî ku li ser banê mala xwe guleyek şaş lê ket, mir.

(k)