Du rêxistinan nerazîbûn nîşanî pêşniyara guhertina yasaya rewşa kesane da

Rêxistina Sara a li Dijî Tundiya li ser Jinan û Rêxistina Strêk a Parastina Zarokan nerazîbûn nîşanî pêşniyara guhertina yasaya rewşa kesane ya li Iraqê da.

Du rêxistinan nerazîbûn nîşanî pêşniyara guhertina yasaya rewşa kesane da
9 îlon 2024   13:28
HESEKÊ

Hêzên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê ji bo  guhertina yasaya rewşa kesane pêşniyarek pêşkeşî parlamentoyê kir. Pêşniyar mafê xwedîtiyê ji dayikan destîne û zewaca zarokên 9 salî rewa dike.

Rêxistina Sara a li Dijî Tundiya li ser Jinan û Rêxistina Strêk a Parastina Zarokan bi daxyaniyeke hevbeş nerazîbûn nîşanî pêşniyara guhertina yasaya rewşa kesane ya li Iraqê dan.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan xwendekarên keçîn li Dibistana Mazin Hisên a li taxa Miftî ya li bajarê Hesekê hat dayîn.

Xwendekara bi navê Aya Ehmo ku daxuyanî xwend diyar kir ku zewicandina zarokan binpêkirina mafên mirovahiyê ye.

Aya daxuyand ku tevî yasayên dijî zewicandina zarokan hene, lê ev zarok hîna tên zewicandin.

Aya bal kişand ser pêşniyara guhertina rewşa kesane ya ku pêşkêşî parlamentoya Iraqê hatiye kirine û  got: "Pejirandina pêşniyarê wê bandorên karasetî li mafên jin û zarokan ku di qanûnên navneteweyî de hatine destnîşankirin, bike. Di heman demêd e wê rêgeza wekheviyê ya di qanûna Iraqê de hatiye vegotin lawaz bike. Her wiha dê mafên jinan ên cudabûn û mîrasê ji holê werin rakirin. Pêkanîna vê pêşniyarê wê ji bo jin û keçan gaveke taluke be, dê zarokan ji zarokatiya wan bê par bên hiştin û jiyan û tenduristiya wan bixe metirsiyê.

Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî pêşnumeyê hate dayîn. Bang li rêxistinên navneteweyî, ragihand û saziyên parastina mafên mirovan hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin, pêşnumeyê red bikin.

(bb)

ANHA