Du girtiyên jin yên li Tehranê ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin

Girtiyên siyasî yên li Îranê Enîşa Esed îlahî û Hîwar Nîkbext, ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li rojnamevan û aktîvîst Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bang li her kesî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Du girtiyên jin yên li Tehranê ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
17 ÇILE, 2025   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin. Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê, roj bi roj zêde dibin.

Divê çarçoveyê de girtiyên jin yên siyasî yên li girtîgeha Evîn, Enîşa Esed îlahî û Hiwar Nîkbext dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî nameyek belavkirin.

Di nameya her du girtiyên jin de tê gotin; “Pexşan Ezîzî mîna helbestek nûye û ewqas bi bandore, divê em Pexşan Ezîzî biparêzin û vê yekê weke erka xwe ya dîrokî bibînin. Divê hemû hêzên siyasî li hemberî biryara darvekirinê bifikire ka rastî jî ev ceza dadperweraneye yan na? Divê çalakvanên mafê mirovan ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî pêngavên cidî bavêjin.”