Dr. Omer Şêxmûs: Divê bernameyek hevbeş a aliyên Kurd hebe

Siyasetmedarê Kurd Dr. Omer Şêxmûs ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurd û wiha axivî: “Li herêmê guhertin hene, derfetek derketiye pêşiya Kurdan, ji bo vê jî divê bernameyek hevbeş a aliyên Kurd hebin û xebatan xurttir bikin. Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî rêyek ji vê re vekir.’’

Dr. Omer Şêxmûs: Divê bernameyek hevbeş a aliyên Kurd hebe
28 kanûn, 2025   14:38
QAMIŞLO

Siyasetmedarê Kurd Dr. Omer Şêxmûs ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir der barê yekitiya Kurd û bandora Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji ajansa me re axivî. 

“DERFETEK KETIYE PÊŞIYA KURDAN”

Omer Şêxmûs diyar kir ku Rojhilata Navîn li ber guhertineke mezin e, li Sûriye, Lubnan, Filistîn, Iraq, Îran û Tirkiyeyê di van guhertinan de ne, derfeteke dîrokî ji Kurdan re derketiye ku karibin mafên xwe zêdetir bi dest bixin. Omer Şêxmûs li ser tiştên ku divê aliyên Kurdan bikin wiha axivî: “Divê em hevkariyê bikin û bernameyek hevbeş danin da ku karibin daxwaziyên xwe bicih bînin.”

“PÊVAJOYÊ GEFÊN LI SER ROJAVA KÊM KIR”

Omer bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha qala bandorên wê li ser yekitiya Kurd kir: “Pêvajoyê diyar kir ku li şûna şer aştî heye, bandoreke erênî li Rojava jî kir, gefên Tirkiyeyê li ser Rojava kêmtir bûn. Her çendî rê li bidestxistina mafên Kurdan ên li Sûriyeyê digire jî, lê piştî pêvajoyê rewş baştir e. Her wiha danûstandin di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de baş bûye, taybet li gel PDK’ê. Niha di nava diyalogê de ne. Derfet heye ku rejîma Îranê hilweşe. Ev gişt derfetên dîrokê ne. Hêzên Kurdî fêm kirine ku divê danûstandinê bi hev re bikin. Vê jî di qada navneteweyî de giraniyek mezin ji bo Kurdan peyda kiriye û piştgiriya Kurdan zêdetir bûye. Divê em vê proseya yekitî û yekrêziyê firehtir û xurttir bikin, ji bo em karibin di guhertinan de karîger bin.’’

(bî)

ANHA