Endama KNK'ê: Bi pêşengiya jinan em ber bi yekıtiya Kurdan ve diçin

Endama Desteya Serokatiya KNK-Rojava Bêrîvan Hesen der barê Konferansa Jinên Kurd a Yekemîn de got "Bi pêşengiya jinan em ber bi yekitiya Kurdan ve diçin."

Endama KNK'ê: Bi pêşengiya jinan em ber bi yekıtiya Kurdan ve diçin
27 adar, 2025   03:45
QAMIŞLO

Yekemîn Konferansa Jinên Kurd li Rojava di 23’yê Adarê de bi dirûşma “Bi pêşengiya jinên Kurd yekitiya neteweyî ya Kurdan mîsoger dibe” li salona Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Di konferansê de tevî nûnerên Heleb û Şamê nêzî 300 delege ji partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rojnamevan, nûnerên rêxistin û tevgerên jinan û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.

Der barê mijarên konferansê de, endama Desteya Serokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – Rojava Bêrîvan Hesen diyar kir ku di konferansê de gelek mijarên girîng û bi taybet rewşa siyasî ya herêmê û rewşa Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin û got: “Em jinên Kurd divê rewşa xwe ya niha li gorî rewş û planên ku li Sûriyeyê tên meşandin, binirxînin û daxwaz û mafên xwe di Sûriyeya nû de diyar bikin. Ev yek ji bo me gelekî girîng e, ji ber ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan pêk hat û jin di qadên cuda yên siyasî, leşkerî, aborî, civakî û rêxistinî de pêşeng bûn.”

Her wiha diyar kir ku amadekariyên lidarxistina kongreyê didomin û got: "Konferansa Jinên Kurd hat lidarxistin û jin bi îrade û hêviyeke mezin beşdar bûn. Armanca me ew e ku ev konferans bibe rêya yekitiya tevgera Kurd.”

Bêrîvan Hesen diyar kir ku Sûriyeyê bi cihêrengiya xwe ya çandî, etnîk û olî tê naskirin û girîng e ku konferansên bi vî rengî rê li ber pêkvejiyana aştiyane û ewledar vekin ku tê de mafên her kesî bên rêzgirtin û tu alî neyên dûrxistin û biçûkxistin.

Bêrîvan Hesen tekez kir ku daxwaza jinên Kurd yekkirina Kurdan û pêkanîna hêvî û armancên gelê Kurd û daxwazên şehîdan e. Her wiha got: "Divê em ji serhildanên Kurdan ên ku ji ber parçebûnê bi ser neketin, dersê wergirin. Lê îro bi pêşengiya jinan em dikarin yekitiya Kurdan pêk bînin. Yekkirina jinan rê li ber jinan vedike ku di diyarkirina çarenûsa xwe de di Sûriyeya nû de, xwedî roleke diyar bin."

(k)

ANHA