Rûspî: Divê diyalogeke ku tevahî sûriyeyî cihê xwe tê de digirin çêbe

Rûspiyan diyar kir ku “Diyaloga Nîştimanî” ya ku li Şamê pêk hat, wan temsîl nake, divê diyalogeke ku mafên tevahî sûriyeyiyan tê de hebin li dar bikeve.

Rûspî: Divê diyalogeke ku tevahî sûriyeyî cihê xwe tê de digirin çêbe
1 adar, 2025   05:10
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Duh li bajarê Qamişlo Meclisa Qebîleya Tey a Ereb civîneke diyalogê li Hola Efrîn a Qamişloyê bi dirûşma “Sûriye me di nava rastî û hêviyan de tîne gel hev" li dar xist. Di civînê de rûspî, serokeşîrên Kurd û Ereb û rewşenbîr amade bûn.

Têkildarî vê yekê rûspiyên Kurd û Ereb ji ajansa me re axivîn. Rûspiyan got civîna diyaloga nîştimanî ya li Şamê ne li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê bû.

Ji qebîla Tey a Ereb şêx Samir El Teyî diyar kir ku divê diyalogeke nîştimanî ku her netewe cihê xwe tê de bigire, were lidarxistin. Samir El Teyî got: “Ew diyaloga ku li Şamê hat lidarxistin, paşguhkirineke li hember gelên Kurd, Ereb û Suryan e. Di dawiyê de em sûriyeyî ne, bi tu awayî diyalogeke vî rengî qebûl nakin.”

Şêx Samir El Teyî got: “Kurd û Ereb bi salan e ku bi hev re dijîn, gelek hewldan çêbûn ku di navbera me de tevliheviyê derxin, lê ev yek pêk nehat û dê neyê kirin. Em dixwazin diyalogeke ku hemî ol û neteweyên li Sûriyeyê tê de bin, were pêkanîn.”

Endamê Meclisa Eşîran a Kurdî Ebdillqadir Otê jî destnîşan kir ku diyaloga ku hat kirin tu temsîliyeta gelê Sûriyeyê nake, hin kesan li gorî xwe hazir kir û li hev rûniştine û wiha dom kir: "Ew rûniştina ku li Şamê kirin, em bi tu awayî navê diyalogê lê nakin. Ew civîn bi destê dewleta Tirk a dagirker hatiye kirin, ji ber kesê ku lê hazir bûn, nayên naskirin."

Ebdilqadir Otê di dawiyê de got divê diyalogên ku mafên hemû gelan lê hebin bê lidarxistin.

ANHA