Artêşa Îranê: Şer hîna bi dawî nebûye, me lîsteya armancên xwe nû kirin

Artêşa Îranê diyar kir ku ligel şopandina wergirtina bersiveke fermî ji Amerîkayê li ser pêşniyara ku Ebas Eraqçî pêşkêş kiriye şer hîna bi dawî nebûye.

Artêşa Îranê: Şer hîna bi dawî nebûye, me lîsteya armancên xwe nû kirin
28 nîsan, 2026   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdvkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremî Niya îro diyar kir ku welatê wî"Şerê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê bi dawî hatiye nabîne û weke çawa hîna şer heye danûstandinê dike."

Li gorî medyaya xwecihî ya Îranê, Niya da zanîn ku "armanc, tetbîqat û amadekariyên hêzên leşkerî hatin nûkirin."

Niya destnîşan kir ku "aliyê rojava ya Tengava Hurmuzê di bin kontrola Pasdarên Şoreşê de ye, artêşa fermî jî kontrola aliyê rojhilat dike. Ger dijmin êrişeke nû pêk anî dê li alav, rêbaz û qadên nû biqelibe û wê Tehran bersiveke tund bide."

(fr)